Lê nehat destnîşankirin ku ku der hatine hedefgirtin û çapemeniya Tirk îdia kiribû gelek leşkerên Sûriyeyêyê hatine kuştin. Her wiha nûçeya derbarê ku hikûmeta Sûriyeyêyê lêborîna xwe xwestiye jî ji alî nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî ve hate derewandin. Caferî got ku hê lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike lewre jî wan ne lêborîn lê xemgîniya xwe û sersaxiya xwe ji gelê Tirkiyeyê re pêşkêş kirine. Bi her halî ew top bi şaşî be bi zanebûn be bû mijara ku herdu welatên cîran hin nameyan bidin hev.
Pirsa ku di serê her kesî re derbas dibû ew bû ku gelo dê ev bûyer bibe sedema şerekî di navbera Tirkiye û Sûriyeyêyê de? Lê bersiva vê pirsê ji daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê hatin girtin. Li gorî daxuyaniyên hikûmetê ev tezkere ne ji bo şer lê wekî kartekê amade di destê hikûmetê de ye. Bi gotinekî din hem ew gefeke ku li dijî rejîma Sûriyeyêyê were bikaranîn hem jî razîbûneke ji bo vemirandina nerazîbûna gelê herêmê yê ku di atmosfera şer de dijî.
Her wiha dibe ku ceribandinek jî be dema ku Tirkiye biryar bide ku li dijî Sûriyeyê şer bike dê ev yek ji alî raya giştî ya navneteweyî çawa bê pêşwazî kirin. Dê berteka hevalbendên rejîma Esed û bi taybetî Îran û Rûsyayê çi be.
Ji aliyekî din ve di daxuyaniya wezîrê ragihandinê yê Sûriyeyêyê jî de ji lêborîn û sersaxiya gelê Tirkiyeyê û malbata ku jiyana xwe ji dest dabûn bêtir wekî hişyariyekê ji Tirkiyeyê re hebû ku tu piştgiriya komên çekdar berdewam bikî dibe ku şer were ber deriyê te jî. Bi her halî hîna tiştekî zelal derbarê çawaniya ku ew bûyer pêk hat de zelalî tune ye.
Lê tiştê zelal ew e ku niha destûra derbaskirina sînorê Sûriyeyêyê di destê hikûmeta Tirk de heye û li gorî ku ji daxuyaniyên rayedarên hikûmetê jî hatin xuyakirin ew dê vê yekê wekî gefekê li dijî Esed bidin bikaranîn û dibe ku rojekê ev tezkerê li dijî Kurdan jî bê bikaranîn.
Ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyêyê de tiştê herî zêde bala hikûmeta Tirk dikşîne statuyeke Kurdan ku wekî talûkeyê li dijî xwe dibîne li wir çêbibe. Lewre jî kesên ku vê rastiyê dizanin pirsa pêşî ya tê hişê wan eve gelo ev tezkere hate erêkirin ji bo destwerdaneke li dijî destkeftiyên Kurdan bê bikaranîn? Bersiva van metirsiyan jî dê di demeke ne pir dûr û dirêj de bê dayîn.
Bi her halî wiha xuya dike ku ji bo destwerdanê zû ye û li gorî hemû şîroveyên ku tên kirin beriya hilbijartinên serokomariyê yên Amerîkayê ihtîmala destwerdaneke leşkerî kêm e.
RIZOYÊ XERZÎ
analiz: Rast lêxe çep vegere...