Îro ji 70 welatên cûda dora 11 hezar cîhadîst li Suriyê di nav şerek kirêj de ne; insanên bê guneh dikujin, war û milkê xelkê talan dikin, dest davêjin namûsa wan. Niha jî li ser talankarî û parvekirina ganimetan şerê hevdu dikin.
Eşkere ye ku Suriyeyek bi destên talankar, tecawizkar û kujerên îslamîst pêk were, wê wek Afganistana Taliban be, dibe ku ji Afganistanê jî xirab tir be.
Îro nebe sibê, wê dinya û dewletên mezin bibînin ku, ji muxelefeta ku piştgiriyê dikin, tiştek dernakeve, ti fêde û qezenc ne bo gelên Sûrî, ne jî bo wan derdikeve. Ji muxelefeta ku nikare li baregehên xwe yên leşkerî xwedi derkeve, ji leşkerê wê ya bi navê Artêşa Azad ya Suriyê ku nikare fermander, sererkan û generalên xwe biparêze, ji kesî re xêr dernakeve. Bûyerên dawî jî nîşan dan ku ew wala û pûç in. Dimînin tenê Kurd.
Di nav hezên ku niha li Suriyê de tevdigerin, tenê hêzên Kurd sekûler û demokrat in, li gor demê dişewirin, bi gelên din yên ciran re di nav dostaniye de dijîn. Çawa ku piştî sala 1991´an Başûrê Kurdistanê bû dergûş û hêlîna şoreşa Iraqê, di demek ne gelek dûr de Rojavayê Kurdistanê jî wê rolek wisa bileyîze. Dinya û cîhan wê mecbûr bimînin hêzên Kurd bi resmî nas bikin û hewl bidin ku Rojavayê Kurdistanê bibe navenda şoreş û gûhertina Surî bi tevahî.
Ger hêzên Kurd bikaribin di nav xwe de yekitiyek xurt dirûst bikin, pêk bînin, an jî desteya Bilind a Kurd careke din, ji nû ve çalaktir bikin, ev pêvajo, ev proses wê hên zûtir û leztir bimeşe û serkeve.
Tiştê ku hêzên Kurd û PYD herî baştîrîn kirin ev bû: Destê xwe neavêtin mal, milk û namûsa xelkê û pîrûpak man. Dîsa nahêlîn ku dezgehên dewletê hilweşin û kaos û krîzek derkeve. Dîsa hêzên Kurd nahêlîn ku talankarî li Kurdistanê rûbide û herkes, her grup, her malbat û eşîr ji bo berjewendiyên xwe bişewire. Dîsa hêzên Kurd kar, xebat û xizmetgûzariya rojane birêvabirin, li pêdivî û hewcedariyên niştecihên Kurdistanê xwedî derketin. Dema nan kêm bû, bo xwe wek wezife ditîn. Dema derman nema, hawara xwe bilind kirin. Dema mazot û sotemenî xilas bû, ji çareseriyekî geriyan. Dema neyarên Kurdistanê xwestin ku gelê me bifetîsînin, bûn oksîjen û hewa.
Dibistan, daireyên resmî û şaredarî karên xwe pêşva birin. Çandinî berdewam bû. Bax û bexçe kambax nebûn. Taxil û zehire, genim û ce, zêtûn û hinar neçûn avê. Û serda jî jiyan bi kurdewarî hat meşandin.
Ger şoreş destpêka jiyanek nû ye, wa ye li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye û Kurd serwer in. Xweditiya bazarê dikin, xelkê diparêzin, nahêlin ku neyar destên xwe dirêjî namûs, mal û milkê Kurdan û gel û olên din, wek Ermenî û Asurî û Ereban bikin.
Garantiya hemû destkeftiyan, yekitiya hêzên Kurd e, bere û eniyek netewî ye. Pêwiste ew partiyên ku dixwazin bibin hêzek bitesîr di nav muxelefeta ku girêdayî Tirkiyê ye, êdî dest ji wan hewldanên wala berdin û enerjiya xwe bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikin dewrê.
Tu hêzek nikare bi alikariya hinek dewletên derve, li Kurdistanê bibe desthilatdar. Kurdistan ne Kosova ye û ne jî Efganistan. Li Kurdistanê walatiya sîyasî berê jî tunebû, niha jî. Riya hêzbûn û xurtbûna partiyek siyasî di nav gel de derbaz dibe. Cihê wê jî Rojavayê Kurdistan e, ne cih û şûnek din. Şêweyê wê jî kar û xebata bêwestan û fedakariyek canfedayan e. Pêwîst e her partiyek Kurd bi hêz û qiweta xwe bawer û razî be û bi reyên siyasî û demokratik tevbigere ku hêza xwe xurttir bike. Kar û xebata siyasî wek lecekî ye. Kî baştir xebitî, kî xwe êşand û amade kir, ev ê serkeve.
Êdî diyar e ku Sûriyê wê ne wek berê be. Dema dewletek navendî û sentral bo Sûriyê derbazbû. Suriyeya sibê û ya dûwerojê wê ji herem, eyalet û federasyonên cûda pêk were. Rojavayê Kurdistanê ji niha de bîryara xwe bo vê yekê dayiye û li gor vê jî tevdigere û bûye labaratuwar. Ger ev mînak serkeve, wê bibe çavkaniyek û mînakek hem bo Suriyê û hem jî bo hawirdorê.
MEMO ŞAHİN
msahin1@web.de
analîz: Rojava wê bibe dergûşa şoreşa Suriyê