Tevî ku operasyoneke bi balafiran pêk hat û li derveyî welat bû, yanî operasyoneke ku beyî destûra Enqereyê (Serfermandarî-Serokwezaretî) nikare pêk were jî bi israr AKP û derdor û kesên parêzvaniya AKP'ê dikin hewl dan mijarê berovajî bikin. Teoriyê 'di encama îstîxbarata çewt ya dewleteke cûda' an 'hêzên kûr ên di nava dewletê de de -yên girêdayî Erengenekonê-de ji bo hikûmetê bêzar bikin pêk anîn' bi israr dihate pêşkêş kirin.
Ya rast hewlesta AKP'ê û bi taybetî helwesta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a di mijara Roboskê de her tişt radixist ber çavan. Hikûmetê ku piştî bûyerê 19 saetan bêdeng ma. Vala ne gotine 'bêdegngî ji îkrarê' tê. Yanî di rastiyê de bi vê bêdengiyê berpirsiyariya tevkujiyê jî qebûl dikir. Lê Serokwezîrê Tirk bi daxuyaniyên xwe di rastiyê de li berpirsê tevkujiyê yên hevkarî wî yên kar in jî xwedî derdek. Em bînin bîra xwe ku axaftina yekemîn ya derbarê tevkujiyê de pîrozkirina hêzên artêşê yên operasyon pêk anîbûn bû. Dîsa li dewsa dersixtina holê û cezakirina bersûcan dozvekirin û girtina mirovên qurbanan yên li hember qeymeqamê AKP'ê jî îfadekirina heman tiştî bû. Bi vê yekê AKP'ê peyama 'Bi bombeya parçekirina zaroyên we ji bo me mîna sileyeke ku li qeymeqamê me bikeve an sloganeke dijberî me ne girîng e."
Tevî ku malbatên qurbanên Roboskê bê navber hewldanên xwe domandin û di rayagiştî ya Tirkiyeyê de nerazîbûnan dewam dikir jî AKP'ê qet mijar negirt dest û eleqadar nebû. Hewldanên berovajî kirin û bêguneh derxistina AKP'ê berdewam kirin. Lê belê rojnameya Wal Street Journal a amerîkî bi nûçeya xwe ya beriya du rojan mijar gihande qonaxeke nû. Tiştê ku Kurdan ji xwe zanîbû û bi israr bilêv dikirin ji aliyê vê rojnameyê ve bi daneyên pir xwurt hate vegotin.
Rojnameyê ragîhand ku komkujiya Roboskê li ser îstixbarata DYA’yê pêk hatiye. Di detayên nûçeyê ku doh we di rojnameya me Azadiya Welat de jî xwend her tişt zelal e. Li gorî rapora ku Wezareta Parastinê yê DYA’ê a ku rojnameyê xwe gîhandê, di şeva 28’ê kanûnê de wesayîteke bê mirov a bi navê Predator ku ya DYA’yê bû, hebûna karwanekî ku ji Iraqê dihat Tirkiyeyê ferq kiriye. Leşkerên DYA’yê ku di Hucreya Tevahiya li Enqereyê, tespît nake ku ev gerîla ne an sivîl in. Li ser vê aliyê DYA’yê agahiyê dide Tirkiyeyê. Li gorî raporê tiştên ku ji vir şun de qewimîn: “Peywirdarê DYA’yê pêşniyar dike ku bi wesayîta bê mirov ji karwanê dîmenan bigire. Lê serbazên Tirk ji serbazê Amerîkayê ku wesayîta bê mirov bi kar dianî, dixwaze ku demildest berê xwe bidin noqteyek dûr. Rayedarên DYA’yê diyar dikin ku ev daxwaza Tirkan li gorî standartên presedurane. Li ser hişyariya serbazên DYA’yê Artêşa Tirk komkujiyê pêk tîne. Der barê mijarê de rayedarekî Pentagonê dibêje: Biryar Tirkan da. Ne biryara Amerîkayê ye"
Bawer dikim ku êdî her tişt zelal e. Rayedarên dewleta Tirk piştî gihiştina destê wan a îstîxbaratê DYA bê înîsiyatîf hiştine pêwist ne dîtine lêkolîn kûr bibe û yekser ji Enqerê fermana barandina bombeyan li serê ciwanên Kurd dane.
Ji vê saetê de hewldanê bêguneh derxistian AKP'ê hevkariya tevkujiyê ye. Her wiha ji vê kêliyê pêde ji AKP'ê tiştek hêvîkirin jî xeşîmî bi xwe ye. AKP bi zanebûn û plankirî bi gotineke din li gor 'prosudurê' tevkujiya Roboskê pêk aniye û 34 ciwanên Kurd qetil kirine. Lewra bangên ji bo hikûmetê yên mîna 'bila berpirs aşkere bibin û werin darizandin' divê bi dawî bibin û li dewsa wan, hesabê ciwanên Kurd ên li Roboskê û li derên din ji AKP'ê ya tevkuj were xwestin.
AZÎZ OGUR
analîz: Tevkujî li gor prosudurê!