Kongreya Federal a Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) li bajarê Essenê pêk hat. Li vê kongreyê, di dengdanê de Merkel piştgiriya ji sedî 89,5 ê delgeyan girt.

Bi vî awayî, beriya hilbijartinên giştî yên federal, ku wê di sala pêş de bê lidarxistin, Merkel careke din desteka delegeyan girt.

Lê, Merkel a ku 17 sal in Serokatiya partiya xwe dike, piştî rêjeya dengdana sala 2004 a ku ji sedî 88,4’ê dengan bi dest xistibû, ya herî kêm îsal girt. Merkel heta roja îro rêjeya dengan a herî bilind bi 97,9 dengan di sala 2012’an de bi dest xistibû.  Sala 2000’an de ji bo Serokwezîrtiya partiya CDÛ’yê hate hilbijartin, ji sala 2005’an û vir ve di hikûmeta Koalîsyona cuda bê navber serokwezîrtiyê dike. 


ANF / ESSEN