Nivîskara Swêdî Anna Sofia Elisabet Jorgensdotter, piştgirî da Leyla Guven a ku ev 85 roj in bi armanca protestokirina tecrîdkirina Ocalan, bi çalakiya greva birçîbûnê li ber xwe dide. Anna Jorgensdotter xwest ku daxwazên Guvenê pêk bên anîn û tecrîd bê dawîkirin.
Jorgensdotter di axaftina xwe ya bi vîdeoyê de got, “Leyla Guven, ji be ku beriya bi salekê li ser tevna civakî dagirkeriya Tirkiyeyê ya Efrînê şermezar kiribû, hatibû girtin. Niha Tirkiye û hêzên eskerî dîsa çav berdane dilê Kurdistanê Rojava.”
Anna Jorgensdotterê bal kişand ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku rojên derbasbûyî di encama êrişên dewleta Tirk ên li hemberî başûrê Kurdistanê de zarokekî 13 salî jî di nav de, gelek welatî li cihên cuda hatibûn qetilkirin û got, “Em ên li cîhana derve, divê em çavên xwe li van êrişên dewleta Tirk ên tim li dijî Kurdan, negirin. Divê em pêşiyê li vê kujeriya dewleta Tirk bigirin.”
Jorgensdotter got, li hemberî terora Erdogan ew bi Leyla Guvenê re ye.
ANF / STOCKHOLM