Antîkorên ji plazma gelo wê bi kêr bên?
Gelo antîkorên kesên ji nexweşiyê hatin ser hemdê xwe wê ji bo dermankirina şewba ji ber vîrusa koronayê bi kêr bê? Heta niha Çîn û Deletên Yekbûyî yên Emerîkayê vê rêbazê ji bo dermankirinê bi kar tînin. Niha jî Fransayê da zanîn ku ew ê vê rêbazê ji bo dermankirina nexweşan bi kar bîne. Li gorî vê rêbazê, xwîn ji nexweşên bi covid19’ê ketine piştî bi 14 rojan tê girtin, ji plazmaya ji vê xwînê hatî bi destxistin jî wê dermankirina nexweşên bi şewbê ketî bê ceribandin. Yanî li gorî hizrê, bedena kesên ji şewbê rehet bûne, divê antîkor li dijî vîrusê bi pêş xistibe. Gava plazma ji xwîna van kesan tê girtin, hingê ev antîkor jî divê bi kêr bê ji bo bike ku bedena mirovên nexweş karibe li dijî vîrusa korona antîkoran çêke.
Ev rengê dermankirinê li Fransayê wê sêşemê dest pê bike. Nûnertiya Cemaweriyê ya Nexweşxaneyên Parîsê, Saziya Xwînê ya Fransayê û Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Tibî têkildarî dermankirinê ku ceribandina klînîk wê dest pê bike, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê ceribandina klînîkê tê xwestin ku antîkorên li plazmayên nexweşên ji Covîd-19 rehet bûne, ji bo nexweşên giran bên bikaranîn."
Prof. Karîne Lacombe û Prof. Pîerre Tîberhîen wê vê dermankirinê bi rê ve bibin. Ji bo vê jî, sêşema bê wê ji 200 kesan xwîn bê wergirtin. Destpêkê bi vê rêbazê wê 60 kes bên dermankirin û encamên pêşî jî wê piştî destpêka dermankirinê bi 14 rojan eşkere bibin. PARÎS