“Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye ji nav weşanên Avesta derket. Bi vê pirtûkên kurmancên Bakur ku dibe nikaribin xwe bigihînin çîrokên kurmancên Başûr dê bikaribin xwe bigihînin wan û tehmeke ji wan bigirin.
Sînorên li nav Kurdan bi her awayî bandor li Kurdan kir. Ji aliyê ziman, jiyan, wêje û gelek xebatên din ve. Di 20 salên dawî de bi têkoşîna Kurdan sînorên di nav Kurdan de, bi taybetî da warê wêjeyê de hêdî hêdî radibin. Êdî Kurdên Bakur diçin Başûr, yên Başûr tên Bakur her wiha diçin Rojhilat û Rojava jî. Pêre jî weşanxaneyên Kurdan berhemên hev radigihînin hev. Xebata dawî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye kirin ku dikare bibe xebata salê.
Di “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” de gelek çîrokên kurmancên Başûr cih digirin. Yekem pirtûka kurteçîrokan li başûrê Kurdistanê, bi kurmanciya jorî, di sala 1972'yan de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979'yan de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê. Piştî hîngê her sal çendinên din jî karwan pêş de birin.
Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê di nav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û şîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zilma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê Kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.

Antolojiya hatiye amadekirin bi tenê berhemên devera Behdînan hembêz dike û piraniya wan bi tîpên erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaran hatiye parastin. Avesta ku berî hin pirtûkên çîrokên ên Kurdên Başûr weşandibû, herî dawî îsal du pirtûkên Şêrzad Hesen weşandibû, niha antolojî jî li vê xebata xwe zêde kir.

AMED