Mixabin ez pir dereng pê hesiyam. Ji ber ku di zaroktî û ciwantiya me de taybet wêje ya Rûsiyan rewac bûn. Dû re me edebiyata Fransiyan, Elmanan, tevahî edebiyata rojava naskir û piştre hêdî hêdî ez bixwe pê hesiyam ku li Amerikaya Latîn wêje, di dinyayê de xwedî ciheke taybet û bêhempa ye. Li Başûra Amerîkayê sifte min Eduardo Galeano naskiribû. Ji berhemên Galeano, ewil “Bîranînên Agir” xwandî bûm. Pişt re min Gabrîel Garcîa Marqûez naskir û dest bi xwendina Marqûez kir.

Pirtûka Marqûez ya ewil ku min xwend “Duşema Sor” bû. Duşema Sor, pirtûkên ku heta wê demê min xwendî bû, ji wan hemû pirtûkan cûdatir û wêdetir yekem pirtûk bû ku bi zimaneke taybet û bi vegotineke xwezayî ve hatibû nivîsandin û tu ji kîjan aliyê ve dinêrî binêre, berhemeke tenê wek xwe bû. Qala mêrkujiyeke jirêzê dikir lê, xêynî ew kujeriyê her tişt, her kes, her bûyer û her rewş bi mêjiyeke taybet ve hatibû afirandin, li ser qarakterên ku li wê pirtûke cih digirin jî nêrîn, tevger û jiyana hemûyan bi xebateke bêhempa ve hatibûn avakirin, bi vî sedemê jî ew yekem pirtûka Marqûez bandoreke taybet û hejinerî danîbû li ser min.

Mixabin ez bixwe wek xwandevanek pir dereng pê hesiyam. Pê hesiyam ku li dinyayê wêje, avê mirovahiyê bixwe ye, ku wêje nebe, dê însan ji tîbûnan bimire. Bi Marqûez ez pê hesiyam ku têgihîştin û fêhmkirina însan û civak, ne tene bi zimanê ol û siyasetê ve dibe. Ol, akademî û siyaset, heta ramangerî jî di nav de ev beşana, heya cihekî dikarin li ser însan û civak şîroveyan bikin, agahî bidin. Lêbelê, huner û wêje nebe, wê deme hişmendî, dil û bêhna civakan her tim dê di nava tengasiyan de bimînin. Fêhmkirina însan û civak her tim dê qels bimîne. Gava watedayîna rewşa însan û civak qels ma jî, siyaset jî bi tu şiklî nikare li gorî armanca xwe bimeşe. Heke tevgerîna jiyana civakî ji wêje mehrûm be, wê demê şer û şîdet, hêrs, tundî û işktî, anko işktiya mêjî, her wiha tolgirtin û nefret dê însan hêsîr bike, bi her awayî jiyaneke tund û tengav, wek ewreke tarî xwe raxe li ser asoya mirovahiyê.

***

Gabrîel Garcîa Marqûez, bi kurt û kurmancî wekî apekî me jî, Apê Gabo, doh çû li ser dilovaniya xwe... Emrekî 87 sal jiya û mîrateyeke wisa li paş xwe danî ku, ew pêmayî ya wî, ji bo hemû mirovahiyê rêyeke bi çira, ronahî û mirovî vekir. Rêyeke bihuner, biwêje, bidil, bi însanetî ve têr û tijî, rêyeke ji bo nifşên paşerojê, ji bo zarokên ayende rasterast ewlehî, vekirî û bihişmend nişan da... Ne tene bi berhemên xwe ve, di heman demê de bi jiyana xwe ve jî, wek pênasiya jiyaneke birûmet, biêşq, bievîn, bi qedr û qîmet kir. Wek nîşaneyeke berxwedêrî jiyanek... Ew wêjegerên ku bi jiyan û bi berhemên xwe, xwe ji nav miletekî derdixin û dibin zaroka hemû miletê cîhanê, Gabrîel Garcîa Marqûez jî ji wan yek bû. Xwedê rehma xwe zêde zêde li ser wî bibarîne... Ku ew, çiqasî xweşikahî û huner ji destê wî were, li ser hemû mirovahiyê barand...