Ali Güler


Doh xalatên Akademiyê hatin belav kirin. Cara 89’yemîn e ev xelat tên belavkirin. Ev li cîhanê hemûyî wek çalakiya herî mezin a sînemayê tê binavkirin. Xalîçeya sor û rengîn, stêrkên Hollywoodê û xelatên zêrin ên giranbiha...

Di cîhana sinemayê de çavê her kesî li vê şevê ye. Gengeşeya vê rojê berî wê bi rojan dest pê dike. Wek her sal, îsal jî vê gengeşiyê dest pê kir. Ji bo berendaman texmîn hatin kirin û niqaş çêbûn. Her kes li bendê bû ku fîlma La La Land (Bajarê Evîndaran) ê bi 14 beşan berendamê xelatan bû, xelata filma herî baş bigire. Lê ev pêk nehat. Lê di dîroka Akademiyê de tiştek nû jî bû. Ji bo baştirîn fîlm di serî navê fîlma La La Land hat gotin, paşê ev hat guherandin û navê fîlma  Moonlight (Heyveron) hat eşkerekirin. Bi vî awayî xelata 89’emîn a Oscarê a fîlma herî baş gihişt derhêner Barry Jenkins. 

Dîsa lîstikvanê Misliman Mahershala Ali jî xelata lîstikvaniya hevkarî a baştirîn wergirt ku di heman filmê de bi rola xwe rabû; pê re jî ket dîroka  Akademiyê.

Derhênerê Îranî Asghar Farhadî jî bi fîlma xwe ya bi navê “The Salesman” (Firoşvan) xeleta baştirîn fîlma biyanî wergirt. Lê Farhadî jî ji ber ku serokê Emerîkayê Trump qedexe danîbû ser dayîna vîzeyê ji bo 7 welatên Misliman, merasîma Akademiyê boykot kir.

*****

Dîroka xelatên Akadamiyê gelek dûr û direj e. Navê Oscar jî navekî ji rêzê ye. Xelatên Oscarê her çiqas jî temsîliyeta sînemaya Hollywoodê bikin, sînemevanên rastîn (real) jî her dem li dijî van xelatan derdikevin. Lê dîsa jî ev çalakiya sînemayê ya rengîn hemû cîhan rapêçaze û bandora xwe li ser herkesî hiştiye. Baş e, ev çalakiya sînemayê û navê xelata Oscar ji ku tê? Çawa hat çêkirin...

Cara yekemîn ji bo xelateke wisa endamên Akademiyê kombûn û biryar dan ku xelateke wisa bê dayîn. Wê demê sal 1929 bû. Hilbijartina navê peykerê ku îro tê bikaranîn, bi bûyereke sosret dibe. Karkera pirtûkxaneya Akademiyê, Margaret Herrick, dema peyker dibîne dibêje: “Ev çiqasî dişibe Apê min Oscar.” Bi vê yekê ev nav li ser  peykerê Akademiyê dimîne. Lê heyanî sala 1939´an ev nav bi awayekî fermî nehat bikaranîn. Lê ji wê salê û bi şûn ve, ev nav bi fermî hat bikaranîn.  Di dîroka xwe de ev merasîm 3 caran ji ber hin pirsgirêkan ne di roja xwe de ya ku her sal tê kirin, hat lidarxistin. Wekî din bê pirsgirêk her sal xalatên vê pêşbirkê tên dayîn ku di 24 beşên cihê de xelatên xwe hene. Ji destpêkê heta îro 2 hezar û 300 peykerên Oscarê hatine belavkirin. Bê guman ev xelat di cîhanê de ji hêla sînemageriyê ve xelatên herî bi prestîj in û yên kevnare ne. Her sal ji bo wergirtina xelatan sînemaya Hollywoodê, ji bo ku xelatan bi dest bixe, fîlm tên çêkirin. Listîkvan û derhênerên Emerîkî jî bi wergirtina xelatên Oscarê radizên û radibin. Heta hingê, jiyana wan ew e. 

Her çiqas li aliyê din di dîroka vê çalakiyê de gelek fîlmên civakî û hunerî jî xelat girtibin, dîsa jî ev, wek çalakiyeke Hollywoodê tê zanîn û sînemavanên rastîn xwe li wî aliyî nakişînin. Li dijî xelatên Oscarê dertên. Bêhtir fîlmên xwe ji festîvalên Cannes, Venedik û Berlinaleyê re dişinin. Dixwazin di van çalakiyan de cîh bigirin…

*****

Di dîroka xelatên Oscar de gelek kes jî tevlî nebûne û xelatên xwe wernegirtine. Di nav wan listîkvanan de Marlon Brando û George C. Shott jî hene ku efsaneyên sînemayê ne. Marlon Brando bi fîlma xwe ya “The Godfather (Bapîr)” sala 1973´yan layiqî xelata Oscarê ya beşa “lîstikvanê herî baş” hat dîtin. Lê Brando, ji ber komkujiya li gelên Emerîkî yên xwecihî (çermesor), ev xelat protesto kir û neçû merasîma xelatdayînê. Li şûna xwe keçeke çermsor şand û bi wê re nameyek rêkir merasîmê… Vê helwêstê mohra xwe li cîhana xelatên Oscarê xist. Dîsa ji bilî van helwêstan di dîrokê de kesên ku xelatên Oscarê diecibinîn jî hene, beşek jî dijberên xelatan e. Ev nakokî û dijberî bi rengê cûrbicûr bi salan e dewam dike. Heta sînemaya hûnerî û rastîn hebe jî ew ê dewam bike. Ji ber ku bi rastî jî Hollywood û Oscar temsîliyeta jiyaneke din dikin. Ji rastiya huner û sînemayê dûr in. Temeşavanan û mirovan jî dikişînin wî aliyê xalîçeya sor, stêrkên navdar, jiyaneke sor û rengîn…

Ma gelo sînema û huner ev e?