Bi pêşengiya Înîsiyatifa Çapemeniya Azad rojnamevan, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, Musa Anter li Seyrantepe ya Amedê ku cihê lê hatibû qetilkirin bibîr anîn.

Parlamenter, Hevserok, rêveberên HDP'ê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên ÎHD'ê, Komeleya 78'an, Baroya Amedê û nûnerên gelek saziyên din, Nivîskar, Rewşenbir û Rojnamevan Musa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’yan, li Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin bibîr anîn. Rojnamevan û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk wêneyên rojnamevanên di salên 1990'an de hatin qetilkirin hilgirtin. Ewil Berdevkê Înîsiyatifa Çapemeniya Azad Hakki Boltan axivî û got: "27 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine dîtin. Ne tenê yê Apê Mûsa, kujerên rojnamevanên din jî nehatine dîtin. Lê yên xwestin wêrekiya Musa Anter bikujin bi ser neketin. Îro şagirtên Apê Mûsa li mîrate, hişmendî û xeta Apê Mûsa xwedî derdikevin û rêûresma wî dewam dikin. Em ê pênûsa wî tu carî li erdê nehêlin."

Şagirtên wî li ser rêûresma wî ne

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî kuştina Musa Anter şermezar kir û diyar kir ku îro bi hezaran û bi milyonan xeta Apê Musa dewam dikin.

Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli jî anî ziman ku ew pir bi siûd e ku Apê Musa nas kir.

Kurê Musa Anter Dîcle Anter jî got, îro bi sedan şagirtê wî xeta wî didomînin û bi vê yekê bextewar in.

Rojnamevan û nûnerên rêxistinên civakî piştî axaftinan çûn cihê ku Musa Anter lê hatiye qetilkirin. Komê di meşê de dirûşmeya "Çapemeniya Azad bêdeng nabe berz kirin". Komeke rojnamevan jî, ji bo Musa Anter li ser gora wî bibîr bînin ber bi Gundê Stilîlê yê Navçeya Nisêbînê bi rê ketin.

 

ANF / AMED