Piştî axaftina Emekçî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di kesayetiya Apê Mûsa de hemû "Şehîdên Çapemeniya Azad" bi bîr anî û dîyar kir ku Apê Mûsa wek sembola berxwedanê di dilê Kurdan de cîhgirt û wiha got: "Di paş kesên ku Apê Mûsa qetilkirin de Komara Tirkiyeyê hebû. Kesên ku Apê Mûsa qetilkirin û hêzên paş wan bi lanetan navê wan di rûpelê dîrokê de hat nivîsandin."
Demîrtaş balkişan ser zilm û zordariya li ser çapemeniya azad û wiha got: "Zarok û neviyên Apê Mûsa îro li seranserî Kurdistanê ji bo şopdariya Apê Mûsa û gelê xwe têdikoşin. Kesên ku Apê Mûsa qetilkirin bila carêkê li pey xwe binerê, tenê li kolana Apê Mûsa lê hat kuştin bi sedan Apê Mûsa mezinbûn. Têkoşina ku emanetî me kir bi hemû çelengî ya xwe bilind dibe. Di heman demê de nûnerên çapemeniya azad jî pênûsa Apê Mûsa danenîn. Em îro bi saya kevneşopiya Apê Mûsa û bi saya Şopdarên Apê Mûsa ji hemû tişta agahdar dibin. En bi saya Çapemeniya Azad xwe digêhîne rastiyên tirkiyê. 73 kes hat qetilkirin bi dehan kes jî hîn girtîne, zulim xilas nebû hêj berdewa me li hemberî van zextan berxwedan jî berdewame."
Piştî axaftinan girse berbi cîhê ku Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin meşiya. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namire" û "Çapemeniya Azad nay bê deng kirin" hat berz kirin. Li cihê ku Apê Mûsa hat qetilkirin Wêneyên Apê Mûsa hat danîn û hemû beşdarvanan qornefîl danîn ber wêneyê Apê Mûsa. Herî dawî kurê Apê Mûsa Dîcle Anter axivî û wiha got: "Yê ku wî baş penase dike rêhevalê wî Canîp Yildirim me. Canîp Yildirim ji wiha pênase dike; 'Mûsa tu bi pênûsa destê xwe dixwazi li hemberî dewleta ku di cîhanê de herî hov bisekine. Ew çawa wêrek bûne.' Lê belê berdêla vê wêrek bûnê jî hebû. Lê belê tovên wêrekbûna wî ku li pey xwe weşand çapemeniya azad anî asta îro."
KCD: Em Apê Musa bi hurmetî bibîr tînin
KCD'ê bi minasebeta salvegera qetilkirina Zanyar û Rojnamegerê Kurd Musa Anter daxuyanî da û diyar kir ku ew Musa Anter bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî 21'emîn salvegera qetilkirina Zanyar û Rojnamegerê Kurd Musa Anter daxuyaniyek nivîskî da. KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Apê Musa hem şahîd, hem jî mexdûrê dîrokê bû û bi pênûsa xwe gelek tişt ronî kirine. KCD'ê da zanîn ku ji ber keda wî û lêkolînên wî ew Apê Musa bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin.
DÎHA/AMED