Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevsera Hrant Dînk Rakel Dînk, Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Nursel Aydogan, Dayîkên Aştiyê, xebatên çapemeniya azad û gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn. Li ber peykerê Apê Mûsa Rojnameger û Nivîskar Hakki Boltan axivî û bir bîrxist ku Mûsa Anter 20 sal berê hate qetilkirin û wiha got: "Em her sal li vir merasîma bîranînê li dar dixin. Apê Mûsa kesekî taybet bû. Em dê têkoşîna wî bidomînin û bidin jiyîn. Em qatilên wî lenet dikin." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî wiha got: "Bi ser qetilkirina Apê Mûsa de 20 sal derbas bûn. Lê rastî qetil nekirin. Dixwazin rastiyan veşêrin lê generalên biçûk ên Apê Mûsa ya dixwazin pêkbînin avêtin çopê."

'Her nivîsekî we dersek e'

Kişanak bang qatilên Mûsa Anter kir wiha axivî: "Gelo 20 sal berê we Apê Mûsa qetil kir çi gihişte destê we? We çi bi dest xist? Hemû kesên xwedî wijdan hun mehkum kirin. Gelo we dersa xwe negirt? Her nivîsekî Apê Mûsa ji bo we dersek e. Mirina wî jî wisa bû. Kesên ji dersa mirovahiyê tek peyvek hînebûn hêj hewildidin vegerin salên 90'an." Kişanak, anî ziman ku di salên 90'an de qetil dikirin niha digirin û bal kişand ser fermana Erdogan a "bêdeng bimînin" û wiha pê de çû: "Bêdengiya we ya mirinê dê kêrî çi bê. Dê rastiyê biguherîne? Çapemeniya şer nabîen dê xizmetê ji kê bike hûn dizanin? Heke bêdengiya we ya mirî li Qilebanê neba dê lêpirsîn niha di vê astê de ba? Hun dê hesab vê yekê çawa bidin."
Kişanak, da zanîn ku polîtîkayên li hemberî çapemeniyê pêktên weke polîtîkayên salên 90'an in. Kişanak, bilêv kir ku di salên 90'an de bi andiça dixwastin bêdeng bikin niha jî digirin dixwazin wisa bêdeng bikin. Kişanak, destnîşan kir ku ligel van hemû komkujiyan rastî ji holê nehate rakirin û wiha got: "Çapemeniya azad ligel mirinê rastî nivîsîn. Ji ber ku çapemeniya azad tunebû em komkujiyên Dêrsim û Agiriyê baş nizanin. Lê niha ji ber çapemeniya azad em salên 90'an dizanin. Êdî nikarin mîrateyê Apê Mûsa rawestînin. Xebatkarên çapemeniya azad dê peywira xwe bi cih bînin. Ez ji rojnamegerên girtî re silavên xwe dişînim."
Piştî axaftinan rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê girse bi wêneyên şehîdên çapemeniyê heta cihê Mûsa Anter lê hate qetilkirin meşiyan. Di meşê de sloganên "Şehid namirin" û "Çapemeniya azad bêdeng nabe" hatin berzkirin. Gelek zarok jî tevlî meşê bûn. Li cihê Mûsa Anter lê jiyana xwe ji dest da bu gulan hate xemilandin. 

DÎHA/AMED




Kujer hîn nehatin darizandin

Rewşenbîrê mezin, rojnameger û nivîskarê Kurd ê navdar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20'ê îlona sala 1992'yan ango beriya 20 salan li taxa Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM'a Tirk ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina wî re 20 sal derbas bûn, lê li Tirkiyeyê hê jî kujêr nehatine darizandin û cezakirin. Heta niha kujerên Apê Mûsa ji aliyê dewleta Tirk ve tên parastin. Apê Mûsa her sal bi çalakiyan tê bîranîn.
Li ser kuştina Apê Mûsa gelek daxûyani hatin dayîn. Lê tu pêşketin çênebû. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber kuştina Apê Mûsa bi 25 hezar Euro tazmînata manewî 3 hezar 500 Euro jî lêçûna dadgehê ceza li Tirkiyeyê birîbû.  Li ser îtîrafên Abdulkadîr Aygan piştî 17 salan ji hêla Serdozgeriya Taybet a Amedê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin û biryara girtina endamên JÎTEM'ê hatibû dayîn. Serdozgeriyê derbarê îtîrafkarên bi navên Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yıldırım, Mahmut Yildirim (Yeşîl) û serbaz Cem Erseverê hatibû kuştin de lêpirsîn dabû destpêkirin lê heta niha yek ji van nehatiye binçavkirin. Li ser kuştina Apê Mûsa 19 sal derbas bûn. Serokwezîr Erdogan ku gotibû,"Em êşa Mûsa  tu caran ji bîrnakin" lê ji bo ku kuştina Apê Mûsa bê ronîkirin heta niha tu gav neavêtiye, li rexmê wê siyasetmedarên Kurd careke din dike hedef.

Binçavkirina wî ya destpêkê
Zanyarê Kurd Apê Mûsa di 20'emin salvegera qetilkirina xwe de,sibe li Navenda Çanda Mîttanî ya li navçeya Mêrdînê Nisêbînê tê bibîranîn. Di merasîma bîranînê de wê pêşengeha wêneyan were nîşandan herwiha pêşbaziya ku çapemeniya Azad hersal ji bo bîranîna Apê Mûsa lidar dixe jî pê were.Di pêşbaziya ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem hev re organîze dike de wê xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Rojnamevaniyê ji bo bîranîna rojnamevanên hatine qetilkirin bên belavkirin. Piştî merasîmê jî wê gel bi girseyî biçe serdana gora Anter a li bajaroka Stiliyê.
Apê Mûsa di sala 1918'an de li gundê Zivîna ya Nisêbinê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Mêrdînê û dibistana navîn û lîse jî li Edeneyê xwend. Di mehên havînan de çû ba Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku. Li wir Kamûran Bedîrxan, Osman Sebrî, Haco û Emînê Ahmedê jî hebûn. Bi penç hevalên xwe re Cemiyeta Rizgarkirina Kurdistanê ava kir.  Binçavkirina wî ya destpêkê di dema serhildana Dersîmê de çêbû. Ji ber ku dujîn (Çêr) dabû diya Mustafa Kemal 45 rojan hatibû binçavkirin. Ji bo ku kurê Anter Axa bû ji hêla Mustafa Kemal ve hatibû efûkirin. Di 1941'an de çû Stenbolê. Fakulteya Hiquq a Stenbolê qedand lê parêzeriyê dike û dozgeriyê nake. Di sala 1959 de ji ber 49'an, di 1970'an de dema Ocaxên Çandê yên Şoreşger ên Rojhilat û 12 Îlonê de ji ber ku propagandaya Kurdiniyê kiriye, hatibû girtin.  Anter, cara yekemîn di sala 1934'an de hate girtin û 10 sal ceza xwaribû. Zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Di sala 1971'an de TÎP'ê (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) de rêveber bû û li Ozgur Gundem, Yenî Ulke yê qunciknivîsî dikir. Anter di sala 20'ê Îlona 1992'an de li Amedê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 

ANF/AMED