Silêman Agirmanê bi navê Apê Silo tê naskirin di 6´ê vê mehê de ango pêr ji ber ku dilê wî sekinî, li Peine ya Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Şîna wî li bajarê Elmanyayê Celle hatiye danîn û heta sê rojan jî wê bidome. Apê Silo sala 1985’an ji ber zilma dewleta Tirk neçar ma ku ji gundê xwe yê girêdayî navçeya Mêrdînê Midyadê, Bacinê koç bike û berê xwe bide Ewrûpayê û li Elmanyayê bi cih bibe. Piştî ku pena xwe digihîne Elmanyayê, berxwedana xwe ya bi gelê xwe re didomîne û her ku diçe xurttir tevlî xebatan dibe. Di nav têkoşînnê de derfetê dibîne ku sala 2016’an biçe çiyayên Kurdistanê û  bibe mêhvanê gerîlayan. Pîştî ku ji çiyayên Kurdistanê vedigere bi çoşeke mezin xebatên xwe didomîne ku dibe endamê meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan ya li bajarê Peineyê. 

Kurê Apê Silo, Kasim Agirman diyar dike ku giyanê bavê wî her li çiyayên Kurdistanê digeriya û her bi xweziya çûyîna çiyayan bû.


NAVENDA NÛÇEYAN