Aqil heye û aqil heye. Her aqil ne mîna hev e. Aqilê herî belav û em rasta wê tên ew aqil e ku dikare tiştan zû fêr bibe, têkiliyên di navbera wan de ji hev derxe û li gorî wê jî bigihîje encaman. Ango bi rengekî ji rengan bi texlîdê û zarê xelkê kirinê aqilekî maqûl heye ku di nava civaka me de gelek kesên weke serketî tên qebûlkirin bi vî rengî biaqil in. Lê belê aqilekî din heye ku qaîde û rengê hebûnê û heyîna xwe bi xwe jî di nava vê fesala tiştan de dixe ber lêpirsîneke aqilekî tûj, birrek ku aqilê maqûl ê berbelav jî û civaka ku ev aqil serketiyê wê ye jî di cîh de qebûl nakin. Bi pirranî wan daf didin kenar û keviyan û heta dikin ku gelek ji wan yan dîn bibin, yan jî xwe bikujin. Ew ên ku felek ji wan re rast digere û bi rengekî ji rengan li wê civaka mirovan pencereyeke nû vedikin da ku di wê pencereyê re li dinyayê ji nû ve binihêrin û êdî bi rengê wî kesî jî dinyayê hinekî fêm bikin, ha ew kêm in. JI ber ku kêm in jî mirov wan weke dahî bi nav dikin.
Ev prologa li jor, ne fikr û xeyala min e, lê belê bi kurtî îfadekirina wan gotinên Rago ye; Rago yek ji fîguranên romana Guillermo Martinez a bi navê Destpêkirina Rodererî ya kişikê ye. Roderer bi xwe xortekî wisa ye ku ji ber ku timî bala wî li ser xwendin û fikirînê ye nikare weke mirovên din tevbigere. Dev ji dibistanê berdide û jixwe dema li dibistanê jî bûye, her bi tenê pirtûkên xwe datîne ber xwe û dixwîne. Yek ji kêm kêliyên guh dide mamosteyên xwe jî ew dersa mamoste Rago ye ku tê de behsa şiklên aqil dike.
Guillermo Martinez di vê romana xwe de weke vebêj xortekî din ê di temenê Roderer de ku li qehwexaneya gundekî 1300 kîlometroyan dûrî Buenos Airesê bi hev re bi kişikê dilîzin. Vebêj ji wan kesan e ku bi rehetî dikeve nav wê koma biaqilan ku maqûl in. Ji ber wê jî bi hesab û pîvan bi kişikê dilîze. Û ji ber lîstika yê hemberî xwe matmayî dimîne. Qet ne li bendê ye ku têk biçe, lê yê li hemberî wî tevî wisa diyar e ne alimê meseleya derbên kişikê ye, di dawiyê de şahê wî mat dike.
Martinez bi vê destpêkê hindekî jî be Stefan Zweig û novela wî ya Kişikê bi bîra mirovî dixe. Jixwe dema ku mamoste Rago behsa herdu rengên aqil dike û dibêje li hemberî wan bi tenê du rê dimînin yan dîn bûn û yan jî xwekuştin, hingê bivênevê mirov xwekuştina Zweig ya li Emerîka Latîn tîne bîra xwe. Helbet ew kitekitên dialogên di navbera vebêj û Roderer de têra xwe bi hûrgiliyan hatine barkirin û Martinez nîşan dide ku ew ji meseleyên behsa wan dike fêm dike û heta qismî jê tê ku xwendevên jî serwext bike. Lê ew terîfa lîstikvanê kişikê yê novela Zweig û nexasim jî ravekirin û terîfkirina haletî ruhiyeya wî divê mirov ji vê romanê hêvî neke. Lê ev roman ji bilî protagonistên xwe ku yek jê vebêj e, yê din Roderer, gelek kesên din jî ji bo kêliyeke pexşanî dide nasîn, wan dike beşek ji vegotina romanê: Rago yê mamoste, Daniella ya weke Dumbo Rossi bi navkirî ku ji ber aneroksiyayê û evîna xwe ya ji bo Roderer dimire û xwîşka vebêj Christina…
Aqlê we ji kîjan cureyî dibe bila bibe, xwendina vê romanê heke bi destê we bikeve, texsîr nekin û bixwînin, hûnê poşman nebin ku vê romana 1992’an nivîsandî, lê hîna nû sala 2009’an li Elmanî wergerandî bixwînin. Zehmetiyên vî dahiyê xwedî aqlekî ecêb ê matematîkî ku hewl dide di jiyana rojane de bijî, wê nehêlin ku hûn romanê zû bi zû ji destê xwe berdin beriya ku hûn heta dawiyê bixwînin.