Şirketa ger û geştê ya Ingilîz Thomas Cook, destpêka hefteyê ragihandibû ku petixiye. Ev şirketa kevin a Ingilîz, ji mêj seferên tûrîstik ber bi gelek deverên cihanê dabûn destpêkirin. Seferek ji wan ber bi Misrê ve bû beriya bi 150 salan ji bo merasîma vekirina Kanala Suezê (Mijdara 1869´an). Bi vê jî dîroka tûrîzma rêxistinkirî ya serdema me dest pê kiribû. Wê, heman salê komên heciyên Xiristiyan jî birin Filistîn û Qudsê.
Bi navê xwe yê hingê, Cook´s company, buroyên xwe yên tûrîzmê jî vekirin, li Qahîreyê 1872´yan, li Qudsê 1881´ê, li Stenbolê 1883´yan, li Xartûmê 1901´ê …
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Hindistana mêhtingeha Brîtanyayê jî Thomas Cook ajansa fermî ya ger û geştê bû ji bo organîzekirina heciyên Misilman ber bi Hîcazê ve. Yek ji karên wê yên balkêş jî organîzekirina serdana Filistînê ya Keyserê Împeretoriya Elman Wilhelmê Duyê ye.
Ev şirketa yek ji nîşanên belavbûna împeryalîzma Ingilîz e û li petaxê ket. Heman împeryalîzmê, bi statukoyên afirandî, çarenûsa Kurdan beriya bi sed salan li bindestiyê asê kiribû. Em bibêjin, aqûbeta Thomas Cookö li serê wê statukoyê jî be.
NAVENDA NÛÇEYAN