Dema ku mirov bala xwe dide nirxandinên rayedarên nûhatî yên dewleta tirk û hevalbendên wan, mirov bi dibîne ku ew jî her ku diçe zêdetir dişibin pêşrewên xwe. Bala xwe bidin daxuyaniyên Abdullah Gul, gelo gotinên wî naşibin gotinên Suleyman Demîrel? An jî Erdogan her ku diçe zêdetir naşibe Tansu Çîllerê? Li gorî min gelekî dişibin hev.
Helwesta hevalbend û aqilmendên AKP’ê reklama bankayeke tirkan tîne bîra mirov; “Tu cudatiya me ji hev nîn e, lê em Bankaya Osmanî ne.” Belê tu cudatiya desthilatdarên nû û yên berê ji hev nîn e, lê  ew neviyên Osman in, ne li ser şopa M. Kemal, lê belê li ser şopa kurên Osmon dimeşin. Di hilbijartinan de jî namzetên AKP’ê ji MHP’ê zêdetir nasnameya xwe ya tirk û îslam derdixist pêş. Bo nimûne mîtînga herî mezin a AKP’ê pîrozbahiya fetha Stenbolê bû.  Niha jî dixwazin li herêmê peywira Osmaniyan bi cih bînin.
AKP jî wekî gelek hikûmetên berê dixwaze bibêje ku ew bi rê û rêbazên cuda Kurdan qir bike û doza azadiya Kurdan bi kuştin û girtinan çareser bike.   Di nav ev qas girtin û kuştinan de aqilmendên AKP’ê yên lîberal dixwazin em bawer bikin ku AKP’ê li pey çareseriyê ye, lê tevgera Kurd bi çalakiyên xwe rê li ber digire. Ew jî bi vê helwesta xwe her ku diçe ew jî dişibin hevalbend û qelemşûrên Tansu Çîllerê.  Gelo çi cudatî di navbera Ertugrul Ozkokê berê Mumtaz Turkoneyê niha de heye?
Her tişt zelal û aşkera ye.  Dewletê hebûna Kurdan pejirand, lê mafên Kurdan napejirîne. Ew dixwaze ku Kurd bi hinek mafên takekesî qîma xwe bînin. Erê ew ê êdî bi polîtîkayên tund û tûj ên pişaftinê Kurdî ji holê ranekin, lê dê mafê perwerdehiyê jî nedin Kurdî. Bi vê yekê jî ew dixwazin bibêjin, “Em Kurdî nakujin, lê destûr nadin ku geş bibe, ew ê di vê rewşa nîvkuştî de bi domana demê re xwe bi xwe bimire.”
Li gorî angaşta aqilmendên AKP’ê PKK tiştê ku nekarî bi rê û rêbazên demokratîk bi dest bixe, dixwaze zora şerê çekdarî bi dest bixe. Yê ku nizane dê bibêje ka bi hezarên siyasetmedarên girtî endamên AKP’ê ne. Tu dibêjî qey Hatîp Dîcle bi dengê 80 hezar kesî nehatiye hilbijartin, ew dixwaze bi darê zorê bibe parlamenter. Her wiha hevalbendên AKP’ê dibêjin gelê Kurd xweseriya demokratîk naxwaze, PKK bi darê zorê li ser gel ferz dike. Ji bo vê yekê jî hinek bajarên Kurdistanê ku têkoşîna neteweyî lê qels e, ji xwe re dike hincet. Lê heke wisa ye çima destûrê nade ku li bajarekî wekî Colemêrgê, li bajarekî ku BDP’ê jê sê parlamenter derxistine, pergala xweseriya demokratîk ava bibe?
Li vî bajarî ji sedî 90’ê gel xweseriya demokratîk dixwaze. Diyar e ku gelê vî bajarî ji bo xweseriya demokratîk raya xwe daye namzetên BDP’ê.  Jixwe kes nikare tu pergalê bi darê zorê li ser gel ferz bike. Lê li bajarên ku gelê Kurd bi rêjeyeke bilind  piştgirî daye vê pergalê çima AKP avakarên pergala xweseriya demokratîk dide girtin? Rast e li bajarekî mîna Semsûrê belkî îro gel piştevaniya vê pergalê nake, jixwe kes tiştekî wiha li ser gelê Semsûrê ferz nake, lê gelê Şirnexê bi rêjeyeke bilind dixwaze di nav pergala xweseriya demokratîk de cih bigire, çima AKP şaredarên navend û navçeyên Şirnexê dide girtin?
Her tişt ronî û diyar e, AKP aştî û çareseriyê naxwaze. AKP ji mêj ve daye ser şopa pêşrewên xwe. Ew dixwaze ku ji rêbazên berê encamên nû bi dest bixe,  lê tiştekî wiha ne pêkan e.   Tiştê ku bi dest bixe aqûbeta pêşrewên xwe ye.