Di vê nivîsê de ezê bi kurtasî behsa rewşa rojane ya weşangeriya bi Kurdî li Tirkiyeyê bikim û hewl bidim ku meseleyên muhim eşkere bikim. Bêguman ew mijarên ku li vir nîqaş bikim, dikarin bi awayê firehtir werin analîzkirin.* Pirsên ku ez dixwazim li vir bikim ew in; rewşa weşangeriya bi Kurdî di van rojên dawî de çawa ye, pirsgirêk û meseleyên li pêşiya weşanxaneyan çi ne û em çawa dikarin bigihîn koka wan pirsgirêk û meseleyan?
Weşangeriya bi Kurdî bi taybetî piştî betalkirina qedexeya li dijî zimanê Kurdî destpêkiriye û ji hingî ve ketiye pêvajoyeke sektorbûnê. Îro weşanxaneyên ku berhemên bi Kurdî çap dikin gelek in û her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Wexta mirov behsa pirsgirêkên di weşangeriya bi Kurdî de bike, pirsgirêka ku bala min herî zêde dikişîne ew e ku pirraniya berhemên ku tên çap kirin ji aliyê standardeke gelemperî ya edebî, kêm dimînin. Bêguman eleqeya wê standarda ku ez di vir de behsa wê dikim ji hêjabûna şiklê berheman nîne û bêhtir bi kalîteyeke edebî ve girêdayî ye. Vêca divê em binihêrin ka ji ber çi ew nizmbûna kalîteyê di weşangeriya bi Kurdî de heye?
Serê pêşîn, ferz e ku em bibêjin, piştî wê wextê ku qedexeya li ser zimanê Kurdî rabû jî, tade û zora dewleta Tirk a li ser xebatkarên zimanê Kurdî nesekinî. Li ser vê mijarê mirov dikare li bîranînên weşangeran yên ji wan deman binihêre. Ji wê poganê jî wextê ku em li weşangeriya bi Kurdî ya wê demê binihêrin**, divê em ji bîr nekin ku xebatên wan weşangeran bi esasî ne ji bo bipêşketina zimanê Kurdî yan edebiyata bi vî zimanî bûn, lê belê ji bo gelekan meşandina wan xebatan weke pratîkeke berxwedanê bû.
Helbet niha ku 25 sal di ser rakirina qedexeya weşandina bi zimanê Kurdî re derbas bûn û ew tadeya ku dewletê li weşangeran dikir nema weke berê mezin e, li me jî ferz e ku em çend rexneyên weşangeriya bi Kurdî bikin. Weşangerî, bi rastî jî warekî wiha ye ku ji aliyê xebatkarên bi qewet û tecrûbe ve ava dibe. Bêguman hêza kar a weşangeriyê ne tenê ji edîtoran pêk tê û xebatkarên din, xwediyên berheman û xwendevan jî tê de ne. Analîzeke weşangeriya bi Kurdî jî di şertên îdeal de divê bala xwe bide wan mirovan tev de. Lê di vir de ezê tenê li ser meseleyên edîtoriyê bisekinim.
Bila dilê kesî nemîne, lê divê em bibêjin ku hêza edîtoriyê ya bi qewet û tecrûbe ji weşangeriya bi Kurdî kêm e. Ji hin edîtorên ku bi kêrî berheman tên pê ve, sektora weşangeriyê ji wan edîtoran pêk tê ku Kurmanciya (lewma ez behsa berhemên bi vî zimanî dikim) wan jî ne têra xwe bi qewet e. Gelek edîtor mixabin bi kêrî redaksiyona zimên ya berheman jî nayên. Mînak, di hin berheman de em carinan dibînin ku ji aliyê rêzimanî ve jî gelek tiştên lihevnehatî hene û ew yek jî gelek caran xwendina wan berheman li xwendevanan diherimîne. Helbet ew mesele ji hemû weşanxanê û hemû edîtoran ne yek e, lê xuya ye ku ev pirsgirêkeke gelemperî ye. Divê em zanibin ku ez bi vî şiklî edîtoran sûcdar nakim û li wan bi çavekî wan piçûk bibînim, nanihêrim. Her wiha em qenc pê dizanin ku di koka vê pirsgirêkê de meseleyên din ên weke kêmasiyên wext, meseleyên aborî û hwd jî hene. Lê li gorî min ferz e ku ev pirsgirêk jî were nîqaş kirin.
Ew pirsgirêka ku min behsa wê kiriye, ji bo xwendevaneke/î bi tecrûbe ne meseleyeke mezin e û em dikarin bibêjin, li wan belkî bi tenê xwendina wan hebekî giran dike. Lê di vir de pirsgirêkeke mezintir jî heye: negihiştina standardeke edebî û nehêjabûna naverokî. Ev tişta ku ez vê kêliyê behsa dikim ew e ku berhemên ku ji aliyê edebî ve ne xurt in, bêyî ku ji aliyê edîtoran ve werin sererastkirin tên weşandin. Ango kêmasiya ku di vir de heye, ew e ku edîtor bala xwe nadin bê ka berhemên navbirî li standardên edebî yan jî gava ku berhem yeke akademîk be, li standardên zanistî tên yan na. Ez nabêjim, her berhem ji binî ve li van standardan tê; bi rastî gelek berhem cara pêşî lê nayên. Lê belê yek ji wezîfeyên edîtoran jixwe amadekirina berheman ji bo çapkirinê ye. Ez dibêjim, bi zêdêbûna mirovên ku bi Kurdî dinivîsin ev pirsgirêk jî wê kêm bibe.
Di vir de tiştekî din heye ku divê em behsa wê bikin. Ne mecbûr e ku edîtor li her forma nivîsandinê hoste be. Heke em bibêjin, edîtorek ferz e ku bi kêrî hem helbestan, hem lêkolînên zanistî hem jî romanan were, ew bendewariyeke zêde ye. Normal e ku edîtoreke/î ku di kevneşopiya romanan de tecrûbeya wî/wê mezin e, belkî bi kêrî berhemên zanistî neyê û nikaribe bi awayê rexneyî û bi dîqet li wan berheman binihêre û nikaribe şîretên ji bo bipêşketina berhemê li xwediyê berhemê bike. Lê divê em bidin xuyakirin ku ew rola ku edîtor di vir de pê radibin ne ew e ku berhemên “nehêja” yên nivîskareke/î “ne biserketî” “bi pêş dixin”. Lê belê edîtor berhemeke ku çapkirina wê hêja ye, ji bo çapkirinê amade dike. Û taybetiya edîtoran ew e ku dikarin li berheman ji perspektîfeke nû, ji yekê pisporiyê binihêrin.
Helbet divê em ji bîr nekin ku ew pirsgirêk ne tenê bi kapasîteya edîtoran re eleqedar e û peywendiya wê bêhtir bi rewşa sektorê ya aborî re jî heye. Weşangerî bi gelemperî sektorek e ku ji aliyê aboriyê ve bi zor û zehmetiyê dikare têra xwe bike û ew hêza aborî di destê edîtoran de nîne ku berhemên taybet bişînin ji wan mirovan re ku di mijara van berheman de pispor in ji bo ku pispor jî çav li wan berheman bigerînin û berheman ji bo çapê çêtir amade bikin.
Bi du nimûneyan warê weşangeriyê
Bi destûra we, bêyî ku navê berheman û nivîskarên wan bibêjim, ez ê li du berheman weke nimûneyên van pirsgirêkên navbirî binirxînim.
Nimûne 1:
Ew berhem di nîvê salên 2000'î de bi sê cîldan hatiye weşandin. Berhemeke berhevkirî ye û ji meqaleyên akademîk û ne akademîk ên bi çend zimanên cuda pêk tê. Serê pêşîn wextê ku em li berhevoka pirtûkan dinihêrin, xuya ye ku edîtor, bêyî li kalîte û hêjabûna gotaran binihêre, ew gotar bijartine û tişta hevpar di navbera wan de bi tenê ew e ku mijara wan li ber çavê edîtor yek e. Ji ber wê jî di pirtûkê de gelek meqaleyên ji hev qut hene. Herçî gotarên li gorî standardeke zanistî nivîsandî ne; hinek ji wan xebatên oryantalîstan in û ji nêrîneke romantîk hatine nivîsandin; hinekên din jî xwe weke berhemên zanistî didine pêş, lê qet li standardên zanistî nayên. Ji wê pirsgirêka bijartina meqaleyan pê ve, pirsgirêkeke mezintir di pirtûkê de heye. Edîtora pirtûkê ew gotarên bi zimanên cuda ji aliyê wergêrên ku haya wan ji mijara gotaran û termînolojiya wan mijaran nîne daye wergerandin. Ji ber wê jî werger carina ewçendê nebaş in ku xwendevan ji bo têgihiştina wan neçar e li eslê wan binihêre. Ez bawer nakim ku keseke/î ku di wan mijaran da pispor be jî, bi hêsanî di wan meqaleyan nagihije. Edîtor ew berhem, weke berhemên xwe yên din, weke di nav pratîka xwe ya berxwedanê de hesibandiye û mixabin bala xwe gelekî nedaye serketîbûna berhema xwe.
Nimûne 2:
Ew pirtûk di nîvê salên 1990'î de bi Kurmancî hatiye nivîsandin û nivîskarê wê çend pirtûkên din jî li ser mijara vê pirtûkê nivîsandine. Nivîskar berhema xwe weke yeke zanistî hesab kiriye û pirtûk bi mijara xwe bi xwe jî gelekî balkêş e. Lê belê pirtûk bi texmîna min rûyê edîtorekê/î nedîtiye û wexta ku em li beşên pirtûkê dinihêrin xuya ye ku pirtûk weke ku bi ji xwe re lêhatî pêk hatiye. Edîtor bêtecrûbetiya nivîskar û kêmasiyên wî yên di pêkanîna pirtûkekê de nekiriye mesele û hewl nedaye ku wê kêmasiyê biedilîne. Gava ku em li nivîsandina nivîskar dinihêrin, em dibînin ku qet ne xwedî hêza vegotinê ye û hevokên di pirtûkê de qet naherikin. Heke em li ortografiya nivîskar a Kurmancî binihêrin, xuya ye ku nivîskar pirtûka xwe bi zimanê xweserî xwe nivîsandiye. Lê ji ber ku ortografiya wî lihevhatî ye, xwendina pirtûkê jî ne gelekî zehmet e. Wextê ku nivîskar peyv û gotinên ji herêma xwe jî bi kar tîne yan jî hin peyvan li gorî xwe dinivîse jî, ji ber ku wan bi awayekî lihevhatî û wekhev bi kar tîne û dinivîse, mirov dikare bi hêsanî pirtûkê bixwîne. 3-4 pirtûkên nivîskar heta niha hatine weşandin û her pirtûk li weşanxaneyeke din hatiye çapkirin. Lê hê jî ew pirsgirêkên navbirî di wan da xwe didin der. Yanî ji dêvla bala xwe bidine nivîsên vî nivîskarî û şîretên erênî lê bikin, edîtoran hema wî çi nivîsandiye ew çap kiriye.
* Wekî din di vê nivîsê de ez ê behsa dîroka weşangeriya bi Kurdî nekim; ji bo wê, mirov dikare li çavkaniyên din ên li ser vê mijarê binihêre (REF).
** Hevpeyvîna bir Ahmet Önal re: http://rudaw.net/mobile/turkish/interview/20092014
Hevpeyvîna bi Abdullah Kesin re: http://www.bianet.org/biamag/sanat/145122-kurt-edebiyatindan-bir-yazar-adi-soyleyebilir-miyiz