LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN

Arîn Mîrkan êdî dest pê kir ku bibe sembola ruh û wêrekiya Kurdan. Min wisa hîs kir ku Arîn û hevrêyên wê ji bo min jî şer dikin. Weke kompozîtorekî diviyabû min bersiva wan bidana.

Kompozîtor û mamosteyê muzîkê Andrew Webb-Mitchell, dawiya Nîsana 2018´an li bajarê Elmanyayê Kolnê promiyera konçertoya xwe ya kemanê ya li ser Arîn Mîrkan kir. Ew dibêje, piştî şerê Arîn Mîrkanan ji bo mirovahiyê diviyabû wê bersiveke hunerî bidaya û biryara nivîsandina vê konçertoyê daye. Ji bo wî girîng e ku ew nirxên Arîn Mîrkan û hevrêyên wê ji bo wan şer kirî, bi muzîkî ragihîne; ango ne zêmarekî, ne şînekê lê pîrozkirineke jiyan û ronhiyê. Em bi Andrew Webb-Mitchell re li ser hunerê wî û li ser nivîsandina konçertoya li ser Arîn Mîrkan peyivîn.

Tu dikarî ji kerama xwe ji me re bibêjî, ka ji bo çi kompozîtorekî Ingilîz li ser jineneke Kurd, ku cenabê te bi xwe jî wê weke şervaneke azadiyê bi nav dike, konçertoyekê çêdike?

Weke kompozîtorekî ku demeke dirêj a jiyana xwe ji deryayan û wêde, dûrî welatê xwe bihurand, her roj tişt xisleta gerdûnî ya muzîka mezin û jêhatîbûna wê ya danûstandina bi guhdaran re bi bîra min dixin; û ew vê dike bêyî ku li cudahiyên çandî, cografî û siyasî bialiqe. Her kes pê dizane ku ji xisleta muzîka klasîk e ku ji demê û wêde biçe û gelekî piştî ku hat çêkirin jî bi guhdaran re bide û bistîne. Lê belê kompozîtorek divê li ser çi bide û bistîne, çi ragihîne? Ez dixwazim ji guhdarên xwe re çi bibêjim?

Bi ya min, şerê li Sûrî û nexasim jî şerê li dijî DAIŞ´ê serpêhatî, çîroka herî girîng a serdema me ye. Ev çîrokeke ku potensiyala wê heye ku tesîrê li me hemûyan bike, em li kû dera dinyayê dibin, bila bibin. Bisernexistina misogerkirina serketina di vê têkoşînê de wê bibe xwedî serencamên gelekî dijwar û berfireh.

Di mehên beriya mirina Arîn (Mîrkan) di Çiriya (Pêşîn) a sala 2014´an de min sêwirandineke pêşî a ji bo hereketên destpêkê yên konçertoya xwe ya kemanê çêkiribû, jixwe, ew demek bû ku min plansaziya wê dikir. Hingê tevahiya hizra min xwerû muzîkî bû; min dixwest berhemeke qehremanî û dildarî binivîsim bi şêweyekî ku vekirîbe li guhdarên ferehtir ên muzîka klasîk. Lê belê, di mehên destpêkê yên payîza 2014´an nûçeyên di çapemeniya Brîtanî de ya li ser rewşa pirr zehmet û rebenî ya Êzîdiyên li ser Çiyayê Şengalê, rehîneyên rojavayî yên dîlgirtî û gefa kuştinê li ser wan û dorgirtina li Kobanê gelekî tesîr li min kirin. Hefteya yekem a Çiriya Pêşîn, hefteya ku Alan Henning hat kuştin, nûçeyan behsa mirina Arîn Mîrkan kir, şervaneke jin a ciwan a Kurd ku bi bombeyên li ser xwe gelek êrişkarên cihadî kuştibûn û tankek jî bêtesîr kiribû.

Dema min ev nûçe xwendin, vê yekê kir ku ez ji xwe bipirsim, çi kir ku ew ewlekariya nisbî ya li cem malbata xwe li cih bihêle û tevlî nav refên hêzeke bi temamî jin a şervanên Kurd bibe di vî şerê dijwar de. Min li nûçeyên li ser şervanên Kurd ên li di şerê li dijî DAIŞ´ê de temaşe kir, hingê hêdî hêdî ez lê serwext bûm, tevî ku sîlehên wan kêm in, ew veguherîbûn hêza herî xurt a şer a li herêmê. Ya ku ji bo min herî girîng jî ev bû, gelek şervan Kurd bi awayekî eşkere şerê xwe yê li dijî DAIŞ´ê weke şerekî ji bo mirovahiyê pênase dikir. Arîn Mîrkan êdî dest pê kir ku bibe sembola ruh û wêrekiya Kurdan. Min wisa hîs kir ku Arîn û hevrêyên wê ji bo min jî şer dikin. Weke kompozîtorekî diviyabû min bersiva wan bidana.

Gelo tu dikarî di warê muzîkê de behsa destpêka vî karî bikî; te gotibû, ev ne zêmarek e pîrozkirina jiyan û rohniyê ye; cenabê te xwest çi bibêje?

Min biryar da ku ez yekser navê Arîn Mîrkan li konçertoyê bikim, ji ber ku min welê hîs kir, heger ji min bê û ez çîroka wê vebêjim û tesîrê li guhdaran bikim bi muzîkeke xweş-bedew, hingê dibe ku bêhtir mirov di asta mirovbûnê de xwe bigihînin Kurdan, beramberî vê jî ev yek dikare bi xwe re bêhtir qebûlkirin û rêzgirtina ji têkoşîna wan re biafirîne ku gelek caran (kesek) malavahiya wan jî nake. Min sernavê “Kirinên Lehengiyê” li hereketên destpêkê yên konçertoyê kir û referansên piçûçik ên muzîkî lê zêdekirin ku elaqedar in bi jiyana wê re. Paşê min çêkirina konçertoyê ji bo orkestrayê dewam kir.

Di qismê duyem de, ku min navê “Ezmanê Stêrkan ê Kobanê” lê kir, min hewl da ez ezmanê şeva piştî mirina Arîn bînim ber çavên xwe.  Ezmanê stêrkan weke xwe mabû, jê kêm nebûbû, lê neçûbû tevî ku bi me re ew hîsa ecêb û giran a ji destdana wê hebû, dîmenekî bedewiyeke bêhesab û xemgîniyê, li di heman demê de aramiyê hebû. Ji bo orkestrakirina vê beşê, min amûra çelesta bi kar anî da ku îşaret bi stêrkan bikim, û melodiya fereh a duyem jî hewl dide ji wê hîsa jidestdanê tiştekî ragihîne. Ji bo mijara fereh a duyem jî min xwest tiştekî bedew, xembar û di heman demê de biesl biafirînim.

Min wisa hizir kir ku konçerto divê ne tenê wêrekiya Arînê û mirina wê ya piştre nîşan bide, lê belê bike ku bi me re fikrek peyde bibe, ka wê ji bo çi şer dikir. Ew diviyabû bibe pîrozkirina jiyanê û ne ya mirinê. Ji ber vê jî di dawiyê de min xwest du tiştan bikim. Piştî ku min dîmenên şervanên jin ên ciwan ên Kurd dîtin, ewên ku dûrî bereyê dikenîn, direqisîn, min xwest ji wê kêf, şahî, ciwanî û azadiya wan jî îfade bikim. Ev pîrozkirineke şahî û jiyanê ye, ew tişta ku ew ji bo parastina wê têdikoşin. Ya duyem, min melodiyek bi taybetî ji bo gelê Kurd nivîsand û navê “Ji bilî Çiyayan ti Dost Nînin”. Ez hêvî dikim ku rojekê weke semboleke ji bo yekîtiya Kurdan bê qebûlkirin. Ez gelekî hêvî dikim ku rojekê helbestvanekî Kurd wê gotinên gelekî bedew ji bo vê melodiyê binivîse û xelkê ji rêzê jî wê strana wê bibêjin. Ev melodî di destpêka qismê (hereketa) sêyem de û careke din jî hema beriya koda dawî derdikeve pêşberî guhdaran.

Gelo peyameke cenabê te ya taybet heye ji şervanên jin ên Kurd?

Ez hez dikim ku şervanên jin ên Kurd pê zanibin ku ew nehatine jibîrkirin, û fedakariya hevrêyên wan ên şehîdbûyî ne pûç û bîla sedem bû. Gelek hene li rojava ku rêzê ji wan re digirin û heyranê wan in; ji vê û wê de jî ji wêrekiya wan a beramberî tîranî û zalimiyê jî îlhamê ji wan digirin. Şexsî jî, ez dixwazim bibêjim, êdî ne rast e ku “ji bilî çiyayan ti dostên Kurdan nînin”; ev kompozîtor ango ez, bê şik û guman xwe weke dostekî gelê Kurd dihesibînim.

Gelo cenabê te plan dike vê konçertoyê li Kobanê, li mekanê ku Arîn Mîrkan lê şehîd bûyî jî îcra bike; yan jî tu dixwazî ji hinan tika bikî ku îcrakirina vê konçertoyê li Kobanê organîze bikin?

Tiştekî li dinyayê ez ji wê yekê bêhtir bixwazim nîne ku bikim ku ev konçertoya kemanê li Kobanî ji bo malbata Arîn û hevrêyên wê bê îcrakirin. Lê bi her halî, bêîstîqrariya heyî îhtîmala di demeke kin de îcrakirina konçertoyê li herêmê kêm dike û mixabin, niha ti planên ji bo konsereke tavilê li wir nînin.

Cenabê te çawa elaqeya xwe ya ji bo muzîkê bi pêş xist, qonaxên jiyana te yên muzîkî çin e û çima muzîka klasîk? Ez yekser bipirsim, di muzîka te de hêmanên gelekî ji rêûresmê jî ez dibihîzim û hin beşan jî ku rengehî ji protestoyê ne; ev çi ye?

Ya rastî ji zarokatiya xwe ve ez kompozîsyonên muzîkê dinivîsim, lê beriya 2011´an min pirr kêm muzîk li raya giştî vekirî weşand. Guhdarên ku hez ji muzîka klasîk dikin, bi ya min bi awayekî mafdar, gelekî gumanan dikin ji berhemên nû yên muzîka klasîk. Bi dehsalan, kompozîtorên hevçerx bi muzîka bi qasî ku neguncaw be negatîf, nayê fêmkirin û ne dilxweşker, guhdar havî kirin, sil kirin; bi ya min vê yeke ziyaneke mezin kir li bawerîanîna bi karê me. Demeke dirêj niyeta min bû ku ez helwêstekê deynim ji bo tonalîte û formên ji rêûresmê yên mûzîkê. Ez demeke dirêj li benda med-cezîrekê mam ku li xêra min be, û ji ber hewldanên wî yên ecêb mala kopozîtor û weşanger Howard Goodall ê li Meliktiya Yekbûyî ava be; ez êdî hîs dikim ku guhdar her bêhtir amade ne ku muzîkeke cidî ku bi zimanekî bi temamî dikarin têbigihijin hatiye amadekirin, cidî bigirin.

Bê guman, qonaxa diyarker a di kariyera min de hevdîtina bi Wray Armstrong re ya sala 2011´an li Pekînê bû. Ji nêz ve karkirina bi vî împresarîoyê dahî re hem rengê min û hem jî jiyana min a hunerî bi temamî guherand. Ez gelekî bi şens im ku ew amade bû li muzîka min guhdarî bike û qebûl bike ku bibe menejerê min. Wî karî şîretên pratîk û jîr bide min nexasim jî ji bo wan karên ku di dema kurt de ez li wan bihêwirim, li ser wan bihizirin. Di nava çend mehan de yek ji stranîn min ên orkestrayî The Inspiration of Night (Îlhama Şevê) bi îcrakirina Sir Mark Elder û Orkestraya Hallé performansa xwe kir û vê jî derfetên nû li ber min vekirin, ên weke li Festîvala Muzîka Modern a Pekînê û promiyera dinyayê ya helbesta Koh-i-Noor (Çiyayê Roniyê), bi Orkestraya Neteweyî ya Rûsyayê re. Promiyera konçertoya min a kemanê li Kolnê, yekem performansa karekî min li Ewrûpayê bû.

Îro ez weke Midûrê Weqfa Dibistanên Brîtanî ya Bernameya Koroyan, ez koroyên klasîk ava dikim li Çînê û cîhana muzîka klasîk li hezaran zarokên Çînî vedikim. Bi her halî ez wisa hîs dikim ku dersdan karê herî esîl ê dinayayê ye û bi ya min erka hemû hunermendan e ku rêûresmên me bigihînin nifşên piştî me.

Planên cenabê te ji bo siberojê çi ne?

Plan niha tên amadekirin ji bo turneya Konçertoya Kemanê ya Arîn Mîrkan li Çînê û Melîktiya Yekbûyî. Ez halê hazir du dewrên stranên orkestrayî çêdikim, yek jê bi metna helbestvana Brîtanî Joanna Boulter, ya din jî rêzeke soneyên Shakespeare e.

Wekî din ez plan dikim, tevî nivîskara metnên opera yê Danîmarkî Eva Sommestad Holten operayekê binivîsim li ser hunermendê ronesansê yê Îtalî Bernini. Ez bawer dikim ev ê pirraniya dema min a sê salên li pêşiya me dagire.

Wêrekiya Maestro Gartung

Promiyera berhema Andrew Webb-Mitchel 29´ê Nîsana 2018´an li Kolnê li Hola Mezin a Gurzenisch bi rê ve çû û ew bi berisva pirsa me jî malavahiya wêrekiya Maestro Volker Hartung dike, ku ev yek mumkin kir.

Cenabê te ji bo promiyera berhema xwe ya li ser Arîn Mîrkan Elmanya terîch kir, çima?

Biryara li ser promiyera konçertoya min a kemanê li Kolnê encama wêrekiya birêveberê orkestrayê Volker Hartung bû û orkestraya wî Filarmoniya Nû ya Kolnê jî pê re bû. Arîşeya siyasî ya serdema me wê gelek orkestra ji wê yekî menh bikira, nexasim li Elmanyayê, ku biwêribin berhemeke desteke Kurdan dike, îcra bikin. Maestro Hartung ji kalîteya berhemê piştras bû û bi tevahiya dilê xwe destek da peyamên berhemê. Tevî şîretên dijber ên profesyonelên muzîkê yên din jî, wê bêtirs ev berhem di bernameya xwe de bi cih kir di yekê ji holên herî girîng û dîrokî yên Elmanyayê de. Tevî ku îcra serketineke hunerî jî bû, di warî aborî de felaketek bû. Orkestrayê gelek zerara madî kir ji ber îcrakirina vê performansê. Ez bi rêzdarî li çepikan dixim ji wan re ku biryara promiyera vê berhemê dan û hem destek dan kompozîtor û hem jî Kurdan.