Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hevpar li navenda Çanda Cegerxwîn a Amedê bi bernameyekê ji bo bo nivîskar û helbestvanê Kurd Arjen Arî ku di 30'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da bernameyek pêk anî. Di bernameya bîranînê de Endamên Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û gelek nivîskarên Kurd amade bûn. Dîsa hunermend Mehmet Atli, malbata Arjen Arî jî di bernameyê de amade bûn. Bernameyê bi helbestên Arjen Arî dest pê kir. Nivîskar Dilawer Zaraq, diyar kir ku Arî helbest di dilê xwe de hîs dikir û dinivîsand û wiha got: "Di nava gelê Kurd de ciheki taybet digirt. Kurê Ari Behzat jî ji ber ku wekî min Arjen bavê te heye tu bir bi şens e. Raste ez ji ber bavê xwe pir bi şens û serbilind im.

Kawa Nemir, Şerefxan Ciziri û Berken Bereh jî li ser serpêhatiyên Arjen Arî axivîn. Piştî nanelê Umît Esen û Ruken Pel, helbestên Arî xwendin. Bername bi sînevîzyona li ser Arî û sitranên Mehmet Atlî bi dawî bû. 

DÎHA/AMED