Der barê Xebatên Navenda Pêşxistina Aborî ya Efrînê Rêveberê navendê Hesen Hesen ji ANHA’yê axivî û derbarê xebatên navendê de agahiyên girîng dan. Hesen, destnîşan kir ku navenda wan beriya zêdeyî sal û nîvekê wekî şaxê navenda pêşxistina Aborî ya giştî ya Rojava ku li Cizîrê hate ragihandin hate vekirin û got, ji ber nebûna derfetan û rewşa herêma Efrînê ya kirîtîk wan bi awayekî pratîk beriya 7 mehan dest bi kar û xebatan kiriye.
Hesen, bi bîr xist ku wan niha dest bi sê projeyan kiriye û wiha dest bi axaftinê kir: “Ji ber rewşa herêmê û ambargoyê karê me hinekî lawaz bû. Ev demek e karê hatiye pratîzekirin û projeyên me yên fîîlî pêk tên. Me niha hin baxçeyên ser girtî çêkirine û bi vê yekê em ê berhemên çandiniyê beriya dema wê daxin sûkê. Piroje ya me ya duyemîn jî em ê zeyta herêmê bikirin, bixin şûşeyên taybet û wekî zeyta Efrînê bixin bazarê. Di vê projeyê de em ê zeytê parzûn bikin. Ev projeya jî hatiye destpêkirin û wê di demeke pêş de berhemên wê li sûkan bin. Pirojeya me ya sêyemîn jî vekirina sûka gel e, di wir de jî wê dikan bêne çêkirin, li vir jî me dest bi kar kiriye.”
Hesen, bal kişand ser projeyên navenda wan ên dema pêş û got, di siberojê de jî plana me ya avakirina avahiyan heye û wiha axivî: “Di wê projeyê de jî em ê hewl bidin pirsgirêka welatiyan a mayînê çareser bikin.”
‘Em ê piştgiriya koperatîfên komînan bikin’
Hesen, da xuyakirin ku karê wan ê sereke pêşxistina koperatîfan e û diyar kir ku niha projeyên wan wekî tecrube têne kirin û got, armanca wan ew e ku gel di riya komînan re dest bi van projeyan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirojeyên me wekî tecrube hatine kirin. Destpêkê gel nizane wê ev piroje bi ser kevin yan na, gelê me jî xizan e. Me bi xwe dest bi hin projeyan kir. Niha jî çi pirojeyên komîteyên aborî yên komînan hebin, dikarin serî li me bidin em ê bi hemû derfetên di destê xwe de alîkariya wan bikin. Em ê hemû hêza xwe bixin xizmeta bipêşxistina koperatîfan. Armanca karê me yê sereke ew e, ji bo vê yekê me gelek civînên gel li dar xistin, me ji welatiyan re rola koperetîfan û bandora wê di bipêşxistina aboriya civakê da nasîn.”
Der barê têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê re Hesen da xuyakirin ku ew bi awayekî yekser girêdayî TEV-DEM’ê ne û got: “Têkiliya me bi rêveberiyê re di asta Desteya Aborî ya kantonê re ye, têkiliyên me di asta şêwermeniyê de ye. Lê em projeyên xwe li gorî qanûnên kantonê çêdikin û belgeyên me yên fermî têne çêkirin. Yanî bi awayekî yekser têkiliya me bi rêveberiyê re nîne, em wekî sazî serbixwe karê xwe dikin.”
DILYAR CEZÎRÎ/ANHA / EFRÎN