Li Bremênê ev 26 sal in ku li dibistanan dersên Kurdî tên dayîn. Şagirtan beriya betlaneya havînê bawernameyên xwe girtin. Mamoste Ronî Stêrk û Emîn Akbaş jî armanca xwe ji bo salên bê bilind dikin: “Em hewl didin ji bo Kurdî li sinifên 5-10 jî weke ders bê dayîn.”
AZÎZ ÇÎFTÇÎ / BREMEN
Li eyaleta bajar a Elmanyayê Bremenê, ev 26 sal in ku li dibistanên destpêkê, ders tên dayîn. Bi betlaneya havînê re jî mamosteyan bawername dan şagirtên xwe. Herdu mamosteyên li Bremênê, Emîn Akbaş û Ronî Stêrk ji rêjeya birêkûpêk dewama şagirtên xwe gelekî razî ne û hêviya wan ew e ku li dibistanên navîn jî karibin dersên Kurdî dewam bikin.
Şagirtên di sala perwerdehiya 2018-2019´an de li neh dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, û bi wergirtina bawernameyên xwe, ketin betlaneya havînê.
Li Eyaleta Bremenê ya ji sala perwerdehiya 1992-93´an ve bênavber dersên Kurdî wek “Dersa Zimanê Dayikê” fermî tên dayin.
Di vê sala perwerdehiyê de ku 3´yê Tîrmehê bi dawî bû, ji aliyê endamên Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê, Mamoste Emîn Akbaş û Mamoste Ronî Stêrk ve li neh dibistanan, di 30 koman de, bi tevahî 241 şagirt bi kêfxweşiyeke mezin, serast û bi rêjeyeke bi qasî ji sedî 99 beşdarî dersan bûn.
Li Eyaleta Bremenê hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, ji bo dersên Kurdî jî derbarê bipêşveçûna şagirtan a hînbûnê de kurteraporteke mamosteyan nivîsî, werdigirin. Ev kurterapor li bawernameya wan tê nivîsandin. Wekî din zarok, bawernameyekê werdigirin ku mamosteyên Kurdî wê amade dikin û tevî rêveberê dibistanê mohr dikin.
Hema hema % 100
Mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş li ser dersên Kurdî dibêje, “Ez ji sala perwerdehiya 1992-93´yan ve, bê navber li dibistanên Bremenê dersên Kurdî didim. Di vê sala perwerdehiyê de, min li çar dibistanên seratayî ders dan. Îsal 111 şagirtên polên 1-4´an, ji aliyê dê û bavên wan ve hatibûn nivîsandin. Ji van şagirtan 103 kes bi kêfxweşiyeke mezin û serast beşdar bûn. Heger em hejmara şagirtên ji ber rewşa xwe ya taybet ji dersê muaf hatine girtin li ber çav bigirin, rêjeya beşdariyê gihişte ji % 99,10´ê. Ev rêjeya bilind a beşdariya sererast, hêzeke mezin ya zêdekirina kar û xebatên min yên perwerdehiya ji bo salên tên, dide min.”
Mamoste Emîn Akbaş wê sala li pêşiya me jî li dibistanên Schule am Wasser (Grohn), Schule an der Grambker Heerstrasse (Grambke), Schule an der Robinsbalje (Huchting) û Schule Kirchhuchting (Huchting) dersan bide.
Ji bo sinifên 5-10 hewl didin
Mamoste Ronî Stêrk jî dibêje, wî li pênc dibistanan, di 16 guruban de ders daye 130 şagirtan. Saal bê jî ew ê li Tami-Oelfken-Schule (Lüssum) Grundschule an der Andernacherstrasse (Osterholz/Tenever), Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever), Grundschule an der Brinkmannstrasse (Hemelingen) û Grundschule Rönnebeck (Rönebeck) dersan bide. Wî wekî din da znaîn ku li gel Senatoriya Perwerde û Zanistê, ji bo dana dersên Kurdî li hin dibistanên din û ji bo polên 5-10´an jî hewldanên wan dewam dikin.
Mamosteyên zimanê Kurdî li Bremenê, Emîn Akbaş û Ronî Stêrk sala bihurî ya perwerdeyê ji bo dersên Kurdî serketî bi nav dikin, dixwazin sala bê beşdariya bi rêkûpêk bigihînin ji sedî sedê. Wan wekî din got, komela “Civaka Kurdî ji bo Perwerde û Hînkariyê” ya meha bihurî damezrandî jî hêzeke mezin dide wan.