Rejîma Sûriyê gav bi gav ber bi Idlibê ve diçe. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji pêr êvarî ve zêdetirî 200 caran ‘herêmên bê çek’ ên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatin bombebaran kirin. Rejîma Sûrî heta niha 11 bajarokên li rojavayê Idlibê kontrol kirin. Çavkaniyên herêmî ragihand ku rejîma Sûriye bi bomberdûmana zêde ya ji hewa û bejahiyê ve bi pêş ve diçe, El Nûsra li van deveran bê ku şer bike vedikişe.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên rejîmê li van deveran, dema ew ji El Nûsra paqij kirin, qederê 1000 carî bombebaran kiriye.

Navên deverên ji aliyê rejîmê ve hatine bidestxistin wiha ne: Kefer Nubude, Qalet Madiq, Tel Idrîs, Tel Hoş, El Keraket, Tel Osman, El Toniya-El Osman, Saxîr El Banî, Al Cenebîre, Al Sawamî û El Şariyet.

Ne diyar e bê ka bi daxwaza Rûsyayê, yan di encama lihevkirina di navbera Tirkiye û El Nûsrayê de El Nûsra ji van deveran vekişiyaye, yan hêzên xwe vekişandine herêmên çiyayî, herêmên di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de.

2’ê Gulanê El Nûsrayê, ji Hemayê bi fuzeyan êrişî balafirgeha Hymemîm a Lazqiyeyê kir. Bi vê êrişê re balefirên Rûsya û rejîma Sûriyê êrişa hewayî ya herî mezin pêk anîbû û şer çend rojan dewam kiribû. Artêşa Sûriyê bi bomberdûmanan hewl dide ji bejahiyê ve jî bi pêş ve biçe.

Divê ev terorîst bên tinekirin

Li aliyê din wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov jî li ser mijarê gotibû: “Baregeha hêzên asîmanî ya Rûsyayê Himêmîm li Sûriyê ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve ji Idlibê tê topbarankirin. Divê ev rêxistina terorîst were tinekirin.”

 

ANF/IDLIB