BILAL GULDEM / MA/AMED
Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9’an de ye. Yanî Kurdî di nava ferhengên azad de heta niha bi 811 hezar û 307 peyvan ji 9 zimanên herî xurt e. Wîkîferhengê hedefa “Milyonek peyvên Kurdî” danî pêşiya xwe.
Wiktionary ferhenga înterakîf û azad e, tê de gelek ferheng bi zimanên cuda hene. Ferhenga Kurdî jî yek ji wan e ku navê wê jî Wîkîferheng e. Li gorî vê ferhenga înteraktîf û azad, Kurdî di nava zimanên di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9´an de ye. Heta niha bi 811 hezar û 307 peyvan ew bi gelekî li pêşiya Tirkî, Farsî û Erebî ye. Niha hedefa Wîkîferheng “Milyonek peyvên Kurdî” ye. Ger bigihîjin hedefa xwe di nav zimanên dinyayê de ew ê bibin zimanê herî çalak ê pêncan.
Wîkîferheng 2’yê Gulana 2004’an ji aliyê Husein Muhammed ê ji Zaxoyê ve hatiye avakirin û niha ji aliyê gelek kesan ve tê birêvebirin û ew xebata xwe wek “zibare” pênase dikin.
Em bi Wîkîferhengê re peyivîn. Ji ber karê wan kolektîf e, xwestin li ser navê “Wîkîferheng” bersiva pirsên me bidin.
Rikberiya Ingilîzî dikin
Wîkîferhengê got, “Belkî ji wan 500 hezar peyv bin. Yên din guherandin in. Armanca me ya sereke ew e ku ferhengnasiya Kurdan bigihînin asteke bilind ku niha di Wîkîferhengê de di nav zimanê rojhilata navîn de zimanê Kurdî di warê ferhengnasiyê de zimanê herî aktîf e. Niha li gel zimanên Çînî, Elmanî, Ingilîzî di reqabetê de ye. Armanca me niha yek milyon peyv e û guherandin ew e ku di nav zimanên dinyayê de em ê bibin zimanê herî aktif ê 5´an. Niha zimanê sereke ingilîzî ye ku xwedî 6 milyon peyv û guherandinan e.”
Piştî ferhengê dora ansîklopediyê ye
Wîkîferheng piştî xebata xwe ya Wîkîferhengê jî armanca xwe wiha eşkere dike: “Armanca me ew e ku em kurdînûsan kanalîze bikin Wîkîpediyaya Kurdî ku niha di warê ansîklopediyê û nivîsaran de zeîf e Wîkîpediyaya kurdî. Niha me gelek gotarên kurdî li ser wîkîpediyaya kurdî afirandine bi nêrîneke Kurdî û bi dîsîplîneke akademîk e.
Wîkîferheng da zanîn ku ew dixwazin bala kurdan bikişînin ser Wîkîferhengê û xebatên zimanê Kurdî: “Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar.”
Wîkîferheng destnîşan dike ku ji armanca yek mîlyon peyvan wêdetir armanca wan a sereke baştirkirina naveroka ferhengê ye: “Van rojan bi alîkariya Husein Muhammed em peyvên Fînî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeke nêzik de Wîkîferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî dê bibe yek ji çavkaniyên serektir. Wîkîferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkaniyeke gelek dewlemend e. Di vî warî de jî em wîkîferhengê dewlemendtir dikin.”
Wîkîferheng bi çhtîmaqm dibêje, ev xebat hemû xwebexşane tê kirin.