Di derbarê armanca damezirandina navendên wiha û pirojeyên navendê de, Ajansa ANHA’yê hevdîtinek bi Endamê Rêveber yê Navenda PişxistinaAborî ya Rojavayê Kurdistanê Xelîl Kobanê re pêk anî. Kobanî di axaftina xwe de wiha got: “Armanc ji damezirandina Navenda PêşxistinaAborî, avakirina abûriya civakî ye û li gorî siyasetekê ku hemû civak sûd jê werbigire.” Kobanî wiha pêde çû: “Ji bo li herêmê abûriyeke exlaqî were avakirin û xuza were parastin em dixebitin. Li aliyekî din jî û tersî rêjîma kapîtalîst berhem were zêdekirin û ji bo derfetên kar ji hemû beşên civakê re werin peydakirin ku rêjîma kapîtalîstê heta niha karkeran ji xwe re wek kole bikar tîne.”

Derbarê beşên di Navendê de hene Kobanî wiha Got: “Navenda sereke li bajarê Dêrikê ye û şeş beşên wê hene , çandinî, bazirganî, avahî, xizmet, sotemenî û beşê senaî.”
Ji bo beşê senaî Kobanî wiha destnîşan kir: “Ev beş dabeşî du beşan dibe, beşê senaiya giştî û beşê taybet bi jinan ku di çêkirina cil û berg, nan û hin xwarinên din de û di aliyê çandiniyê de afrêner e. ev yek jî nayê wateya ku jin di beşên din de cihê xwe negire.”
Derbarê şaxên navendê li herêmên din Kobanî di axaftina xwe de wiha got: “Hin şaxên din yên girêdayî Navendê li herêma Cizîrê, Efrînê û Kobanê hene. Di van rojên bê de dê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê şax werin avakirin.”
Derbarê peydakirina kar Kobanî di axaftina xwe de berdewam kir: “Armanc me ew e ku kar ji hemû beşên civakê re were peydakirin ji bo ku welatî ji xwe re û ji bo xwe bixebitin.” Kobanî wiha dom kir: “Em baş dizanin ku li ba gelê me rihê kar û berxwedanê heye  yê ku di dema rêjîma Baasê de jê bê par mabû. Ji ber vê yekê jî û ji bo kar were peydakirin me navend vekir.”
Kobanî di derbarê hilbijartina karmendên Navendê û şaxên wê de wiha got: “Di destpêkê de em navên kesên ku dixwazin kar bikin qeyd dikin, piştre ji bo asta wan were zanîn em ezmûnan ji wan re çê dikin. Li aliyekî din jiyana wan ya exlaqî  tê lêkolînkirin û eger tu pirsgirêk li ba wî hebin nayê erkdar kirin.”
Kobanî di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Niha hin piroje li bajarê Dêrikê tên avakirin. Wek avakirina pirojeyên avahiyan û pirojeyên xizmetê ji bo qîrkirina kolanan, kanalizasyon û avakirina malên pilastîkî.”
Tê zanîn li herêmên Rojavayê Kurdistanê û piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek Navend û Saziyên Civaka Sivîl hatin avakirin. Ji van navendan jî Navenda PişxistinaAborî ya Rojavayê Kurdistanê ye. 

DÊRIK