Parlamentera Amedê ya HDP’yî, Dersim Dag diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk bi şewitandina daristanan, talankirin û tinekirina xwezaya Kurdan e û got, dewlet dixwaze Kurdistanê bê mirov bihêle.  Dag bi bîr dixe ku daristanên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk bi rêk û pêk tên dişewitandin û wiha peyivî: “Destpêka vê havînê, ewilî li Licê şewatê dest pê kir û li herêmên din ên Kurdistanê dewam kir. Berî bi 20 rojan li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozat a Dersimê ji ber topbaran û bombebarana helîkopter û balafirên şer ên dewleta Tirk şewat derketibû. Bi hewldana welatiyan ev şewat hatibû vemirandin. Lê piştî rojan leşkerên Tirk herêmek din a Dersimê dan ber agir û şewat hîn jî didome.”

   

Dersim Dag, vê yekê weke dijminatiya xwezaya Kurdistanê bi nav dike û wiha dewam dike: “Dewlet çawa dijminatiyê li Kurdan dike, dixwaze xwezaya Kurdistanê jî tine bikin. Divê dewlet dest ji vê polîtîkaya xwa ya dijiminatiyê berde. Em ê nehêlin dewlet çand û xwezaya me tine bike. Kesên ku dibêjin em ji xwezayê hez dikin û xwezaparêzin divê deng bidin Dersimê û li ber şewata li Kurdistanê rabin.”

 

AMED