Berdevkê PKK’ê destnîşan kir ku Erdogan ‘Hespê Trûva yê di nava koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê’ de ye û diyar kir ku armanca wan ne mîna Erdogan ‘kuştin e’, armanca wan avakirina sîstemeke demokratîk e.

Zagros Hîwa diyar kir ku nûçeyên dibêjin, ‘Piştî bomberdûmana dewleta Tirk, PKK’ê Qendîl vala kiriye’ gotinên pûç in û ev xal destnîşan kir: „Erdogan dixwaze em biçin û ji bo mafên xwe tênekoşin. Yanî ya ku nepêkane dixwaze. Berpirsyariyeke me heye; Ew jî şert û merc çiqasî zehmet be jî, li her cihî divê em gelê xwe biparêzin.“


‘Demeke nû dest pê kiriye’

Hîwa diyar kir ku ji ber li aliyekî Erdogan, li aliyê din jî DAIŞ heye, gelê Kurd wê ‘demên zehmet’ derbas bike û got, „Eger em çiyayê Qendîlê biterikînin, ti garantî nîne ku ya bi serê Êzidiyan hat bi serê mirovên li vê derê neyê; garantî nîne ku serjêkirina mêran, destavêtin û firotina jinan, li vir jî rû nedin. Demeke nû ya têkoşînê destpê dike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em amade ne xwe li dijî hemû gefa biparêzin.“


‘Erdogan Hespê Trûva ye’

Hîwa da xuyakirin ku berxwedana Kurdan ji bo Erdogan pirsgirêkeke cidî ye û anî ziman ku bomberdûmana li hemberî PKK’ê tê kirin ‘bersivek’ li berxwedana li dijî çeteyan e. Hîwa got, „Erdogan dibêje ku di nava koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê de cih digire. Lê belê di rastiyê de Erdogan ‘hespê trûva’ yê di nava vê koalîsyonê de ye. Ji ber ew (Erdogan) êrîşî tevgereke li dijî çeteyan şer dike û wan têk dibe, dike.“


‘Têkoşîna piralî wê bidome’

Ji bo pirsa ‘Hûn ji bo agirbesteke nû amade ne?’ ya Pierre Barbancey, Zagros Hîwa bibîr xist ku li hemberî gerîla 140 sortî û 600 caran bomberdûman hatiye kirin. Hîwa anî ziman ku têkoşîn ne tenê leşkerî ye û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: „Agirbesta me bi awayekî yekalî îlan kir, wan (Erdogan) xera kir. Em ê têkoşînê kûrtir bikin. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, jia liyê siyasî, çandî û civakî ve em ê sîstema 


 PARÎS