Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana li Rojava ya li dijî dagirkeriyê bûn bal kişandin ser girîngiya parastina Rojava û destnîşankirin ku parastina Rojava di heman demê de parastina Başûrê Kurdistanê ye.
Şervanên ji Başûr bal kişandin ser armanca qirker a dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan û destketiyên Kurdan li her devera Kurdistanê ye.
Şervanên ji Başûr gotin, “Eger em îro destketiyên Kurdan ên li Rojava, Şoreşa Rojava neparêzin, wê sibe ev dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kerkûkê, Silêmanî û heta Hewlêrê bike û tevahiya Başûr dagir bike.”
Şervanan destnîşan kirin ku dagirkirina Rojava wê bibe dagirkirina tevahiya Kurdistanê û di serî de hêzên li Başûrê Kurdistanê bang li hêzên Kurdan hemûyan kirin ku li ber dagirkeriyê rabin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN