Endamê Encûmena Partiya Azadiya Kurdên Sûriyeyê Mustafa Cuma diyar kir ku bi vê îtifaqê hêviyeke mezin ya wan heye ku Kurd hevdû bigrin.
Endamê Encumena Partiya Azadiya Kurdên Sûriyeyê Mustefa Cuma der barê civîna dinavbera herdu partiyên Kurdan yên Sûriyeyêde agahi da û got armanca sereke ya vê îtifaq û hevpeymanê yekgirtina Kurdan bû. Cuma da diyarkirin ku hêviya wan gelek heye bi vê hevpeymanê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di her alî de xwe rêkxistin bikin û wiha got: "Armanca sereke ya vê hevpeymana dinava Kurdên li Suryê de ew bu ku îtifaqek çêbibe, li ser vî esasî em di berjewendiyê gelê xwe de karbikin".
Mustefa Cuma balkişand li ser destên dervere jî û got ew bi hiç şêweyek ew nahêlin destên dijmin bikeve nava wana û îtifaqa wan xirab bibe. "Bivê îtifaqê emê bersivê bidin herkesê ku em Kurd yekin û ev yekiti nahêle tu kes bikeve navbera Kurdên li Rojavayê Kurdistanê". Cuma da diyarkirin ku ew wek serkirdeyên siyasî yên yên sereke ên li Rojavayê Kurdistanê tişta dikeve sermilê wan di berjwendiyê gelê Kurd de bikin. Herwiha Cuma got tişta girîng di vê hevpeymanê de derketî ew bu ku komiteyek ji herdu partiyên Kurdan li asta jor pêkhat.
Mustefa Cuma di derbarê artêşa Azad ya Sûriyeyêdeji axivi û got ew qebul nakin ku artêşa Azad a muxalifên Sûriyeyê bikeve nava Kurdan û wiha dewamkir. "Li gorî tê dîtin karê vê artêşê ne ewe ku li dijî Kurdan şerbikeye, lê belê divê ev artêşa Azad ya Sûriyeyê bi hîç şêweyek nekeve nava herêmên Kurdistanê yên li Rojavayê Kurdistanê". Herwiha Cuma got pirsgirêkên berê yên dinava Kurdan hatîn jiyan kirin, wê ji îro û pêve çênebe û werin çareserkirin. Cuma got ewê bi partiya din a Kurdan re bi şêweyek hevkarî karbikin û çi tişta were kirin jî wê hemu parti jê agahdar bin û hemu tişt di berjewendiyê gelê me de were kirin.

'Pêwîste Kurd li ser xaka xwe bên naskirin'
Herî dawî Mustefa Cuma balkişand li ser mafên Kurdan û wiha got. "pêwîste Kurd jî weke hemû gelên din xwedî maf bin û li ser xaka xwe jiyan bikin. Rojavayê Kurdistanê jî parçeyek ji Kurdistanê di danustandinên werin kirin de xala sereke wê hertim mafê Kurd be, herwiha Cuma got di desturê de mafê Kurdan were erê kirin û mafê Kurdanji weke hemu mafên din tê de hebe."

Hevdîtinê şanda MGRK didome
Şanda Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistan (MGRK) li Herema Federal a Kurdistanê hevdîtinê xwe didomîne. Heyetê Hemwelatiyên Azad û Wekhev û Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) ziyaret kir.  Hevdîtinê şanda MGRK ya Herema Kurdistan didome. Şanda ku ji hevserokên PYD'ê Salih Muslim, Asiya Ebdullah, hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmet, Sînem Mihemmed pêk tê, Nûnerên Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star û Mele Zana û Endamê Meclîsa PÇDK Perwîn Hesen û Mam Hejar ziyaret kir. Hate zanîn di hevdîtinê de rewşên Sûriyê û Rojavaya Kurdistan hate gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de berdevkê Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Star yekîtiya Kurdên Rojava pîroz kir û dazanîn ew vê gavê erênî dibînîn.

Bi karsazên Rojava re civîn
Di çerçeva hevdîtinê xwe yên Herema Kurdistan şanda MGRK  bi ENKS re bi karsazên Rojavayê Kurdistan civînek taybet lidaxistin. Hate zanîn di civînê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistan sibê rojavê hatiye nîqaşkirin. Li ser civînê nûnerên Karsazên Rojavayê Kurdistan Elî Îsa diyar kir ku wan berî 6 meha dest bi xebatek wiha kirine heta niha 30 karsazên Kurd yên Rojavayê Kurdistan têkilî danîn e. Îsa " Ev tevgera me wek xewnekî bû. Lê em 6 mehe xabatê xwe dimeşînin û heta niha bi 30 karsazên Kurdên Rojavayê Kurdistan yên derveyî welat re têkilî daniye û erê wan ji bo xebat wiha girtiye. Niha em navê Konseya Aborî Kurd xwe tevger dikin. Em xwe ji kongrekî li Helebê jî amade dikin ku heke derfet hebin. Em ji bo karxebatê reşnûsek jî amade kiriye ku karsazên bibin endamê ev konseya dibe çawabin."
Li ser nêzîkatiyên siyasetmedarên Kurd jî Elî Îsa dazanîn nêzîkatiyek baş heye û ev nêzîkatî ji bo pirsa bê karî ya Rojava dê kêm bike. Îsa " bi civînek pir baş bi MGRK û ENSK re kir. Ez hêvîdarim encamê vê civînê ji bo gelê me pirr baş be. Em wek karsazan ji niha ve dixwazin din ava Rojavayê Kurdistan xebatê xwe despêbikin. Em di demek qurt dixwazin Bank avabikin ku bikarin li vir sermiyanek kom bikin."
Hevsorekê PYD'ê Salih Mûslim li ser civînê dazanîn ku dibe karsazên Kurd ji bêkarî ji holê rabe hewl bidin, polîtîkayê pera ji pera qezenç kirinê pêş nexin û nêzîkatiyek xweza parêz nîşan bidin. Mûslim " Em ev nêzîkatiya avakirina Konseya Karsazên Kurd yê Rojavayê Kurdistan baş dibînin. Niha rewşa Rojavaya Kurdistan di aliyê Aborî de pirr xerabe û bêkarî geleke. Bi Cotkariyek ekolojik û sanayiyek xwezaparêz em dikarin hemû pirsên kar yên Rojava ji holê rakin. Lê dibe karsaz nekevin ekonomiya qumarê." 

DÎHA/HEWLER