Cenazeyê Mertalê Zindî Cezmî Budak ê ku li Çiyayê Tendûrekê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin. Cenazeyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê berê û mertalê zindî Cezmî Budak ji saziya Tipa Edlî ya Erziromê hate wergirtin û anîn Giyadînê. Cenazeyê Budak di dûryana riya Giyadîn ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin birin navçeya Giyadînê. Dema cenazeyê Budak anîn malê demên hestiyar hatin jiyîn. Hevser, dayîk û zarokên Budak herî dawî xwestin cenaze bibînin. 
Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Budak ji aliyê girseyê ve hate hilgirtin û ber bi Goristana navçeyê ve birin.Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Agirî Sirri Sakik û Mukadest Kubîlay, Hevserokên DBP û HDP’ê yên navçeyan û bajarên derdorê, bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn.

Di cenazê de  Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik axivî û got: “ Di mirov de hinek wijdan divê hebe. Li holê hêj tu hilbijartin tuneye. Tu hewcehiya me bi dengên wisa jî tune ye. Ji xwe ev mirov hemû bun mertalên zindî. Li şunda spasiyan bikin ya kirin hûn dibînin. Em ji bo deng û hikûmetê zarokên xwe bi we nadin xwarin. Em ji bo aştî li vî welatî çêbibe li vir in.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek jî axaftina xwe diyar kir ku di pêvajoya agirbestê de çi karê leşkeran heye û wiha axivî:” . Me ji Wezîrê Karên Hûndir re jî vegot. Di destê me de belge, agahî, rapor û gotin hene. Şeva 10’ê nîsanê 250 leşker di bin çavdêriya 15 fermandaran de û bi piştgiriya tîmên taybet bi dizikî ve ber bi qadên gerîla ve çûn. Tu karê xwe di şeva 10’ê nîsanê de li qadên gerîla heye? Kîjan gef û rewşek çêbû we li wê qadê dest bi operasyonê kir? 15 leşker jî li qada gerîla vala dikin. Armanca hikûmeta AKP’ê û Erdogan ew bû ku serê sibê 15 cenazeyên leşkeran ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê re bişîne. Bi awayekî fermî û vekirî plan ev bû.”




‘Provokasyonek mezin hate astengkirin’


Yuksek da zanîn ku armanc ew bu ku 15 leşkeran bidin kuştin û wiha axivî: “Yên ew şandin mirinê û pişt birîndar bûn li erdê hiştin hikûmeta AKP’ê û artêş bû. Yên ew li wir xilaskirin jî Gelê Agiriyê bû. Provokasyonek mezin hat astengkirin. Heke serê sibê Tirkiye dê bi kuştina gelek leşker, kesên sivîl û gerîlayan hişyar bibe. Ya ev yêk asteng kir baldariya gerîla û neket tefikê. Gelê Giyadîn û Agiriyê ligel qedexeyên leşker û walî çûn herêmê û ketin çeperan. Rewş ev e. Divê hemû raya giştî vê rastiyê bizane.”




Ji kesên çûn mala şînê bombeyên gazê


Piştî axaftinan hevser û zarokên Budak li ser gorê lorîk barandin. Piştî merasîma cenaze girse bi dirûşmeyan ber bi taxa Ketenpinar ve çû. Di nava girseyê de hin zarokan kevir avêtin avahiya Fermandairya Cendirmeyan û leşker jî bi bombeyên gazê êrîş li girseya diçû mala şînê kir. 


 DÎHA/AGIRÎ