Endama Meclisa Jinên Ciwan Sedef Demîr anî ziman ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û di pêvajoyeke wiha de rêxistinbûyîna jinan pir girîng e û wiha got: "Her çiqas di hişmendiya me de hinek feraset hebin jî, hişmendî dîl hatibe girtin jî, di rengê her jinê de şerek heye."
Demîr bilêv kir ku eger bi rêxistinbûyîna xwe ya heyî dakevin kolanan dê şerekî mezintir bidin meşandin û wiha got: "Li vir hemû jin birçiyê azadiyê ne. Hemû kes li bendê tiştek bibe. Ji ber vê yekê hatine gelhev pir watedar e. Bi derketina kolanan ve dê hêza me derkeve holê. Wekî jinên ciwan em dixwazin wekî şoreşa Rojava, li Bakur jî şoreşê pêk bîn. Her tim armanca me şoreş e."
Endama Meclisa Jinên Ciwan a BDP'a Stenbolê Serpîl Şeçmen anî ziman ku bi vê konferansê ve xweserî, baweriya û jiyana heqîqetê ya jinan hatiye dîtin. Şeçmen destnîşan kir ku bi vê konferansê ve hestê avakirina pergala dayiksalarî peyda bûye, jinan bi vê konferansê ve xwe rihet hîs kirine û ev yek jî nîşan dide ku cihekî jin hebe, azadî û xweserî heye.
Seçmen da zanîn ku divê jinên ciwan xweseriya xwe bixin pratîkê û wiha got: "Dê jinên ciwan pêşengiya vê bikin û li hemû qadan jinên ciwan rêxistinbûyîna xwe pêk bînin. Di vê pêvajoyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinên ciwan. Jinên ciwan çiqas xwe rêxistin bikin, dê ewqas derdora xwe jî bedew bikin."
‘Emê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin’
Endama Meclisa Jinên Ciwan a BDP'a Amedê Ruken Kirmizigul anî ziman ku li ser du esasan beşdarî konferansê bûye; ya yekem di pêşengiya jinên ciwan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û ya duyem jî di ferqa pêvajoyê de bin û berpirsyariya ku dikeve ser milê wan pêk bînin û wiha got: "Hêviya me ew e ku di vê pêvajoyê de Rêbertiya me azad bibe."
Endama Meclisa Jinên Ciwan a BDP'a Amedê Mizgîn Çaçan diyar kir ku armanca wan ew e ku li qadan rêxistinbûyîna jinê pêş bixin û hêza ku derkeve holê bi rêxistin bikin. Çaçan wiha axivî: "Em ê xwe bêtir rêxistin bikin û ji polîtîkayên pişaftinê naxapin. Ango em nabin qurbaniyên kapîtalîzmê." Çaçan ji bo konferansê ev tişt anî ziman: "Me pêvajoya siyasî nîqaş kir. Rewşa rêxistinî nirxand. Wekî jinên ciwan em di vê pêvajoyê de bi kîjan zextan re rû bi rû dimînin. Dema em bi zextan re rû bi rû dimînin gelo alternatîfên me çi ne? Gelo em çawa dikarin bi rêxistinbûyîna xwe ve bibin bersiv. Me der barê polîtîkayên pişaftinê ku li hember me tên bi kar anîn nîqaş kir. Dîsa pêşniyarên çareseriyê pêşxist, em ê li qadan di çarçoveya van pêşniyaran de xebatên xwe bimeşînin."
MELTEM OKTAY/DÎHA/AMED