Li Sûriyeyê di van rojan de şerekî dijwar di nvabera (Dewleta Islamî ya li Iraq û Şamê/DAIŞ) û komên çekdar yên din, rû dide. Ev şer bi biryara DYA, Tirkiye û Saûdî Arabistanê çêdibe. Beriya çend heftiyan li bajarê Eskenderonê civînek nepenî di nvabera komên çekdar yên Muxalefeta Sûriyeye û organên istixbaratên van welatan de hate lidarxsitin. Di vê civînê de ji Muxalefeta Stenbolê hate xwestin ku ew li dijî DAIŞ bisekine û yekîtiya komên çekdar ya bi navê ( Eniya Islamî) mîna hêza yekane ya “şoreşê” nas bike. Ev eniya nû li jêr çavdêriya istixbarata Saûdî Arabistan û bi erêkirina dewleta tirk û DYAyê hatiye qebûlkirin û wek alternatîva “artêşa azad” divê cihê xwe bigre. Piştî wê civînê vê eniyê û hemû komên çekdar li dijî DAIŞ li her deveran şer ilankirin. Tiştê balkêş ew e ku niha “Cebha Al-nusra” jî bûye beşek ji vê hevkariyê û li dijî DAIŞ şer dike!. Niha muxalefeta Stenbolê û ragihandina girêdayî wê ( bi taybet Orient tv) hewl didin rûyê “Cebha Al-nusra” xweşik bikin û wê wek “hêzek nerim” û “şoreşger” ku “hemû endamên wê welatiyên Sûriyeye ne” nîşan bidin. Bê guman ev ida hemû derew in. Ev “Cebha Al-nusra” xwe girêdayî rêxsitina Al-qaîdayê dibîne û serokê wê Eymen Al-zewahirî mîna “Mîrê Misilmanan” li tevahiya cîhanê qebûl dike. Jixwe beriya salekê Al-zewahirî ji DAIŞ xwesitibû Sûriyeye terk bike û berê xwe bide Iraqê, ji ber ku “Cebha Al-nusra” wekîlê Al-qaîdayê li Sûriyeye. Lê “Cebha Al-nusra” ev yek qebûl nekir û li dijî biryara Al-zewahirî derket!

Niha Muxalefeta Stenbolê li jêr çavdêriya istixbaratên DYA, Saûdî Arabistan û Tirkiye hewl didin “Cebha Al-nusra” wek beşekî ji „şoreşa“ Sûriyeye bidin rûniştandin!.
Niha li tevahiya Sûriyeye şer di navbera (Eniya Islamî) ku ramanên wê bi xwe jî nêzîkî yên Al-qaîdayê ne û hevkara “Cebha Al-nusra” ye û DAIŞ de diqewime. Di vî şerî de heta niha bi sedan şervan ji her 2 aliyan hatine kuştin. Jixwe rejîma Beşar Esed vê derfetê baş bikartîne û êrîşên xwe li dijî hemûyan li Heleb û Idlibê zêde dike!.
Li Rojavayê Kurdistanê Muxalefeta Stenbolê hevkar DAIŞ e!. Ew niha bi hev re şerê kurdan dikin û li dijî YPG oprasyonan amede dikin. Beriya çend rojan 6 komên çekdar, di nava wan de DAIŞ, “Cebha Al-nusra” û (Eniya Islamî) jî hebûn, daxuyaniyek hevbeş dan, tê de diyar kirin ku ewê li dijî YPG şer bikin û hemû bajarên kurdan hedef bigrin. Li dijî gelê kurd, YPG û projeya Xweseriya Demokratîk, hemû hêzên çeteyan, Muxalefeta Stenbolê ya nijadperest di nava liv û tevgerê de ne.
Di dema pêş de, dê bi riya Muxalefeta Stenbolê û baskê wê yê eskerî ( Eniya Islamî) şerekî dijwar li dijî Rojavayê Kurdistanê were ilankirin. Dê ev alî hewl bidin hemû destkeftiyên Rojava têk bibin. Rejîma Esed dê vê yekê erê bike û derfeta van êrîşan biafrîne û tenê temaşe bike. Rejîma Esed naxwaze hêza kurdan xurt bibe û YPG zêdetir pêşve here. Ev yek di şerê vê dawiyê yê li bajarokê Til Hemîsê xuya bû. Rejîma Esed çavên xwe li ser komcivîna çetyan û şandina alîkariya eskerî ji bo wan, girt. Dê Muxalefeta Stenbolê ya bi fermî bûye hevkara Al-qaîdayê şerê kurdan di warên siyasî û eskerî de xurtir bike. Bi taybet wê niha YPG û PYD hedef girtî ye. Eger ev 2 hêzên kurdên Roajav têk herin ew dê kurd bê irade û qewet bimînin û dê hemû şert û merc li ser wan bêtin ferzkirin. Nema dikarin behsa Xweseriyê û hebûna nasnameya kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeye de bikin. Beriya çend rojava li bajarê Qurtuba yê Spaniyayê civînek muxalefeta Sûriyeye çêbû. Kesên li wir destûr nedan PYD û (Kordinasyona Hêzên Demokrat) ku beşdar bibin. Mixabin hin aliyên kurd jî li wir hebûn, qet devê xwe venekirin. Ji ber muxalefeta Sûriyeye ya nijadperest tiştê girîng ew e ku hinek kurdên bê irade di nava wê de hebin û bi riya wan ida bike ku ew kurdan temsîl dike!.
Niha Muxalefeta nijadperest, hevkara Al-qaîda û ajanê istixbaratên heremî û navnetewî heman şêweyê ku diktatorê Iraqê yê berê Sedam Husên bi kurdên Başûr re dikir, li himberî kurdên Rojava jî bikar tîne. Ew hinek kurdan dibe cem xwe û wan wek „nûnerên tevahiya kurdan“ dide nîşan dan. Kurdên din yên xwedî irade û hebûn wek dijmin û hevkarên rejîmê Esed dibîne. Sedam jî weha dikir, tevgera azadîxwaz ya Başûr mîna „hevkara dewleta Iran û hêzên derve“ didît.
Mixabin partiyên (Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyeye) ku niha bûne beşek ji vê muxalefeta Stenbolê ya nijadperest tam bê helwest mane. Li dijî êrîş û daxuyaniyên Muxalefeta nijadperest qet dengê xwe nakin. Li dijî êrîşên komên çete melûl û hejar in. Komkujiyên li dijî kurdan, danîna ambargoya li ser Koban û Efrînê, ji tirsa Muxalefeta Stenbolê newêrin şermezar bikin. Van partiyan tam qeder û biryara xwe tesmlîmê vê muxalefeta dijmin kiriye. Piştî wezîfedarkirin hinek berpirsên van partiyên di nava vê muxalefetê de û dayina hin postên mîna „Cîgerê Serokê Koalisyona muxalefeta Sûriyeye“ û „Cîgerê Serokê Hikûmeta Muxalefetê“ ev partiyên kurdan bêalî bûn. Muxalefeta Stenbolê bi alîkariya dewleta tirk destê xwe danîn ser birîna van partiyan. Hin postên pûç dan wan û devê wan girt. Niha çuqas êrîş bi ser gelê kurd û şervanên wî tên, ev partî qet dengê xwe nakin. Muxalefeta Stenbolê destekê dide çeteyan li himberî YPG. Xweseriyê red dike. Destê wê di xwîna gelê kurd de ye. Lê tevî vê yekê jî partiyên (Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyeye) hîna di nava wê de cihê xwe digrin. Ew beşek ji vê Muxalefeta ajan û dijmina gelê kurd in. Li vir mirov tênaghê bê çawa PYD û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê hîna dixwazin ku ev partî beşdarî nava projeya Xweseriya Demokratîk bibin?. Ew beşek ji Muxalefeta Stenbolê ne û cihê xwe li wir digrin, dê çawa bibin beşek ji vê Xweseriya ku bi xwîna bi sedan şehîdên YPG hatiye bi cih anîn?. Van partiyan heta niha yek endamên xwe neşandin eniya şer û alîkariya YPG nekirine. Berovajî vê yekê, her roj di Tv yên PDK û ereban de şerê YPG û PYD dikin û kampaniya reşkirinê didin meşandin.  Di dema ku bi sedan wealtiyên ereb û (Meclisa Eskerî ya Suriyaniyan) tevî nava refên YPG dibin, ev partî qet nêzîk nabin, lê belê di nava Muxalefeta nijadperest de cihê xwe digrin û di Hotêlên Hewler û Stenbolê de ji bo qeliskirina PYD û YPG bi germî tên pêşwazîkirin.  Vexwendekirina van partiyan ji aliyê PYD û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê ji bo beshdarî nava projeya Xweseriya Demokratîk bibin, şaşiyek mezin e. Divê ew wek şert Muxalefeta Stenbolê terk bikin û li dijî çeteyan derkevin û di berxwedana YPG de cihê xwe bigerin (wek gelek ereb û suriyaniyên herema Rojava) û pişt re behsa „para“ xwe ji gumrika deriyên Til Koçer û Sêmilka û Petrola Rimêlanê bikin!.  Yekîtiya kurdan bi axaftinê pêk nayê. Bi hevakriyê û biratiyek rast pêk tê. Divê kurdên li derveye iradeya berxwedana YPG û projeya Xweseriyê werin cihê xwe di nava gel de bigrin û hêza Muxalefeta nijadperest terek bikin. An berxwedan û xweparastin û an jî hebûna di nava Muxalefeta nijadperst. Her 2 kar bi hev re nabin. Divê ew vê rastiyê fehm bikin.  Destkeftiyên bi xwîna bi sedan şehîdên YPG ne weha erzanin ku partiyên kurd, endamên Muxalefeta nijadperest ya hevakara çetyan, werin bi rihetî ji xwe re bikarbînin. Divê ew jî bedêlên azadiyê bidin, Hotêlan terk bikin û werin li gel YPG gund û malbatên xwe biparêzin...