Turk, anî ziman ku sedema daxwaza Tirkiye ewe ku li dijî Kurdan herêma tampon ava bike.  Turk, anî ziman ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûne hêz û aktorê mezin û ev hêza Kurdan a li Iraq û Rojava hêzên statukoparêz bêzar dike. Turk, da zanîn ku hêza Tirkiye ya beşdarî kolîsyona Mûsilê bibe tune û dixwaze li dijî Kurdan herêma tampon ava bike.

Turk, da zanîn ku hêza leşkerî ya Tirkiye tune ku beşdari operasyona Mûsilê bibe û vê daxwaza Tirkiye Hikûmeta Iraqê bêzar kiriye. Tirk, da zanîn ku li dijî hêza Kurdan polîtîkaya bişaftin û hilandinê tune ye. Turk, anî ziman ku Tirkiye ji bo Kurdan bêdeng û bê hêz bike polîtîkayên li dervê sînor dimeşîne û naxwaze Kurd bibin xwedî destkeftî. Turk, destnîşan kir ku êdî şensa ku Tirkiye bi ser bikeve tune ye û wiha got: “Êdî Tirkiye nikare li gorî daxwaza xwe bikeve her derê. Nikare Kurdan jî bêdeng bike. Politîkaya bêdengkirin û perçekirina Kurdan dê ji bo wê bi giranbuha bibe mal. Ev daxwaza Tirkyie ne tenê zerarê dide gelê Kurd, di heman demê de zerarê dide gelê Tirkiyê jî. Tirkiye li ser tunekirina Kurdan siyasetê dike. 



Beşdarî mafê PYD û PKK’ê ye


Turk, da zanîn ku divê hêzên Kurdan jî di nava vê operasyonê de hebin û rêvberiya ku bibe vîna her kesî bê avakirin. Turk, bilêv kir ku dema DAIŞ Li herêma Şengalê asê bimînin dê biçin Raqa û li wir bi cih bibin û wiha got: “Ji ber vê yekê mafê herî xweza û rewa yê PYD û PKK’ê heye ku li vir bendekê ava bike û destûr nede DAIŞ biçe wê herêmê. Ji ber vê yekê divê êdî hêzên Kurd bi aqilê hevpar tev bigerin. Divê ji bo rêveberiyek demkokratîk hêzê bidin hezên koalîsyon. 


AYNUR İNEDİ
 / DÎHA / MÊRDÎN