Niviskarê alman Stefan Kopetezky bi navê „Rîzîko“ romanekê nivisandiye û mijara romanê li ser hewldanên imparatoriya Alman ên di dema şerê cihanê yekem de ye. Qraliyet ji bo ku bikane dewlemendiyên li Rojhilata Navîn bigire bin kontrola xwe, erkê avakirina tevgereke îslamîst dide serbazê xwe yê nav Karl Dönitz. Ev kes dûv re dibe admîralê Hîtler.

Dema em jiyana Oskar Mann dinêrin ew jî di pêvajoya hewldanên kolonizekirina Rojhilata Navîn de bi komeke mîsyoneran re diçe Îranê, ji wir jî bi wergerekî faris re berê xwe dide Kurdistana Rojhilat. Di wê demê de ji kurdên hewreman û feylî komek mîlîsan bi hêjmareke 16 hezarî tê birêkxistin û Oskar Mann bi wê fermana qiraliyetê Hewremî wek zimanekî serbixwe destnîşan dike. Ango zanyariya wan jî li ser bingehê berjewendiyan e.

Îngilîz bi dehan salan li piraniya Rojhilata Navîn kolonîzator û serdest bûn. Ji bo serdestiya xwe li aliyekî her mîrekî ereb li ser bîreke neftê kir dewlet, ji aliyekî ve jî bi dehan birêkxistinên paravan ên di forma Glaudiyo de ava kir û kir xizmeta berjewendiyên xwe. Jixwe hê jî di mijareyên Rojhilata Navîn de dek û dolabên îngîlîzan rola bingehîn dilîze.

Bi avakirina NATO’yê re serdestî ket destê Amerîkiyan. Wan li dij sosyalîzma real di bin navê “Kembera Kesk” de ji Afganîstanê bigire hetanî digihîşt Almanyayê li gel hêzên şerên taybet û paravan wek Glaudiyo, îslamîst jî organîzekirin. Talîban, tarîqatên wek fetullahî, tevgera Bin Ladin (El Qaide) û hwd. Berhemên wan in.

Bi gotineke kurt û kurmancî hemû rêxistinên paravan bi aliyên hêzên emperyal ve tên demezirandin daku bikanin li gor berjewendiyên xwe bi bikaranina wan hin tiştan li Rojhilata Navîn biguherînin, yan jî wek tehdîtê bikarbînin. Lê gelek caran ev hêzên paravan vê derfetê bi bîrdozên tarî ve girêdidin û ji kontrola wan derdikevin.

Tirkiye jî ji zû ve li pey hin armancên emperyal in, bi vê xewnê tevdigerin. Lema berê li hin cihên ku derfet bi dest xistin, ketin nava hewldanan, wek Qibris, hewldanên wan ên li Azarbaycan û xwerû jî li Rojhilata Navîn bi têkiliya bi birayên Musliman re (Ehwanî Muslimîn) ketin nava tevgerê. Li Kurdistanê bi rengekî dijminane hereket kirin. Berê bi polîtîkayên tûnekirin, ji holê rakirin, se bi se kuştindayînê tevgeriyan. Lê dema tekoşîn bilind bû, êdî nekanîn pêşî lêbigirin. Vê carê jî bi polîtîkayen din nêzîk bûn. Mijara ku ji strana „Hewlêrê“ re bû bingeh jî berhemê encama vê polîtîkayê bû.

Ew tenê bi vê tilî lêdan, hin hêzan ji bo berjewendiyên xwe bikaranînê nema. Berê bi awayekî îlegal ji baregehan weşanên radyoyê weşandin. Li pey jî bê afirandineke bingehê zagonî TRT6 vekirin. Lê gelê kurd tu pate neda vê weşanê. Wan Dunya TV jî lê zêdekirin. Dîsa nebû. 

Bi plan û armanceke gelek kone û kirêt, bi hevkariya hin derûdorên li Kurdistana başûr di bin navê “Rudaw”de torbendeke nû organîzekirin. Daku kurd lê temaşe bikin, wan ji aliyekê ve bi boneyeke piçûk qanala televizyonê ya “Dicle” ku di nava gel de gelek hatibû hezkirin girtin û li ser heman frekansan  Rudaw Tv dan vekirin, li aliyekê jî ajanên bandorî xistin nava tevgerê. Dema mirov li weşanê vê qanala TV’ê dinêre, polîtîka weşana wê dinirxîne, bi zelalî dibîne ku wek TV eyeke AKP’ê û serkariya tirk tevdigere. Li gor polîtîkayên AKP’ê weşanê dike. Xwerû jî li ser Rojava rasterast wek qanalek qaşo muhalefeta Sûrî ya dijminahiya kurdan dikin tevgeriya û tevdigere.

Di vê mijara Keleşînê de jî bi hemû derfetên xwe bi awayeke xinizane hewl da, wê provokasyona AKP’ê ya li Agiriyê ku bi ser neketibû, bi weşana xwe ya li ser derew û reşkirinan di mijara Keleşînê de bi serbixe. Bi wan re jî hin derûdorên tên zanîn di medya dîgîtal de kete nava tevgerê.  Tevahiya armanca wan ew e ku “têgîhîştineke (algi) êrişkariya PKK“ (!) bi girseyan bide pejirandin û bi rêya wê berê hilbijêrên kurd bide AKP’ê. 

Ango ne tenê welatên emperyal, serkarî û dewletên kolonyal jî, bi her awayî hewl didin ku bi kom, komik, torbendên medya ajan bigihîjin armancên xwe. Xwerû jî Serkariya tirk di vî warî de ne tenê ji welatê NATO sûd werdigire, xwedanê azmûnên dîrokî ne, sextekariya îslamîstan jî herî baş ew bikartînin, lema divê mirov her dem bi şiyarî tevbigere.