Cîhan Roj romana xwe ya nû weke e-roman weşand. Wî par jî ji nivîsên xwe bi navê “Edebiyata Modern a Kurdî” pirtûkek amade kiribû û di ser Diyarnameyê re wekî e-pirtûk weşandibû. Ev romana wî ya nû bi navê “Armonîkaya Hêşîn” e û ji 55 rûpelên A4 pêk tê.

Di romanê de karaktera sereke Polîşan e. Polîşan ji malbateke paşazade ya Kurd e ku hatiye sirgûnkirin. Malbata wê di heman demê de bi edebîyat û huner re elaqedar bûye. Polîşan bi tirkekî alîgirê laîkiya hişk re zewiciye, û pey re wan dev ji hev beredaye.

Fesîh jî Mûşî ye. Fesîh terzîtiyê dike. Şîret û hêviyên bavê wî di bîra wî de ne. Ew hewl dide bi xwendin, lêkolînan bi pêş ve biçe, vegere welatê xwe û bibe şaredar.

Polîşan bi dansê hewl dide bibe mîna Leîla Bedirxanê, Fesîh jî hewl dide bibe mîna Mehdî Zana. Rêya Polîşanê bi Wanê dikeve. Li Wanê Polîşan rêya xwe dibîne, guherîneke mezin lê diqewime.

Cîhan Roj sala 1965’an de li gundê Înaqa Gimgima Mûşê hatiye dinê. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa Kurdî re elaqedar e. Heta niha 14 pirtûkên wî çap bûne û bi romana niha re didu jî wekî e-pirtûk derketine.

Navnîşana e-romanê ev e:

http://diyarname.com/files/Armonikaya-Hesin-Cihan-Roj.pdf

 

 NAVENDA NÛÇEYAN