Artêşa Tirk a dagirker gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran dike. Di encamê de gelek ziyana madî li mal û milkên gundiyan bû. Gundiyan got, topbaran saet di 00.30ʹan de dest pê kiriye û heta doh sibehê jî dewam kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ji Qereqola Komide ya li rastî gundê Çeqela ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve, topan bi ser gund ve dibarîne.
Artêşa Tirk a dagirker ji roja 21ʹê Adarê ve gundên Efrînê topbaran dike. Topbaranê 4 rojan dewam kir, 4 welatî birîndar bûn û gelek ziyana madî li mal û milkên gundiyan bû.
EFRÎN