HRE’yê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di navbera hêzên wan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên rûbirû ên giran çêbûne, bi taybetî li seranserî xeta gundên El-Malikiyê û Merenazê yên ser bi navçeya Şerayê û hêzên wan 3 hewldanên bipêşvehatinê yên artêşa Tirk û çeteyên wê pûç kirine û derbên giran li wan dane.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
HRE’yê got, “Di 4`ê Gulanê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe ya li ser herêm û gundên tije sivîl ên li navçeya Şera, û Şêrawa û heremên Şehbayê zêde kir, piştre di bin sîwana topbaran û balafirên keşfê de û bi tevlîbûna bi hezaran esker û çeteyan dest bi operasyoneke bejahî kir.
Şerê rûbirû û giran
Li ser vê yekê di navbera hêzên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de şerê rûbirû ên giran çêbû, bi taybetî li seranserî xeta gundên El-Malikiyê û Merenazê yên girêdayî navçeya Şerayê. Şer bêhtirî 12 saetan dewam kir û di encamê de hêzên me 3 hewldanên bipêşvehatinê yên artêşa dagirker û çeteyên wê ber bi gundê El-Malikiyê û Merenazê ve asteng kir û derbên giran li wan da.
Fermadarên Tirk hatin kuştin
Artêşa dewleta dagirker a ku derbên giran ji destê şervanên me xwarin, gelek esker û çekên giran şandin heremê, komeke eskerên ku ji baregehên xwe yên li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera derketin, ketin kemîna tîmeke taybet ya hêzên me, di encamê de 2 fermandarên Tirk ku yek ji wan “yuzbaşî” û yê din “bînbaşî” ye, bi giştî 4 esker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha hejmarek ji erebeyên zirxî derb xwarin.
Di encama şerê li heremê yê di navbera hêzên me û esker û çeteyên dewleta dagirker de, herî kêm 40 leşker û çete hatin kuştin û bêhtirî 30´î jî birîndar bûn û êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin pûçkirin.”