Hat diyarkirin ku endamên Artêşa Hur ku piraniya wan ji Erebên herêmê ne, ji ber dijwariya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane gundên Kobanê û xwe avêtine bextê şervanên YPG/YPJ’ê. Hat aşkerakirin ku endamên Artêşa Hur ji şervanên YPG’ê xwestine ku malbatên wan ên di nava şer de mane jî xilas bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ’ê ketin nav tevgerê û hin malbatên ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandarên Tabûra Ehrar El-Şam a girêdayî Artêşa Hur Elî Mihemed Mihemed ê demkê berê di êrîşên Girê Spî (Til Ebyed) de li kêleka çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kurdan kiribû, diyar kir ku wan hewl dane ku êrîşî tabûra rêjîmê ya 93’yan bikin, lê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatine. Mihemed destnîşan kir ku 2 roj berê li herêma Til El-Semin a Reqayê ji nişka ve rastî êrîşên çeteyan hatine û di encama êrîşên de 2 tangên wan, 4 wesayîtên doçka û topek 23 û yeke 2,5 ji çeteyên DAIŞ’ê ve hatine destserkirin ew jî revîne gundê Heraniyê. Endamê tabûra Elcîhad Fî Sebîl Elah a girêdayî Artêşa Hur Ebdullah El-Ebdela jî da zanîn ku piştî di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, neçar mane ku ji şervanên YPG’ê alîkarî bixwazin û xwe avêtine berxtê YPG’ê.
Jinên ku ji hêla Asayîşê ve hat rizgarkirin diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi 40 wesayîtên doçka êrîşî gundê wan kirine û hemû endamên Tabûra Ferhan El-Esker a girêdayî Artêşa Hur kuştine.
Endamê Asayîşa gundê Kerek a Kobanê Mistefa Dadalî diyar kir ku endamên Artêşa Hur û xizmên wan mêvanên wan in û dê li gorî derfetên xwe xwedî li wan derkevin.
ELBAZ UMER/ANHA/KOBANÊ