Artêşa Îranê li bajarên Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînor, operasyona li dijî gerîlayên PJAK’ê dayî destpêkirin xwestin sînor derbaz bikin. Lê belê li rastî berxwedana gerîlayan hatin. Bêtirî xwe şer herêmên Dola Kokê, Deşta Wezne û Zelê yên Qendilê nêzî Qeledizê çêbûn. Li gorî PJAK’ê şeva Şemî- Yekşemê li vê herêmê leşker kuştine, her wiha roja Yekşemê jî li Katûmanê 40 û li Berdenazê jî 15 leşker kuştine.
Operasyon bê encam ma
Artêşa Îranê ku windahiyên xwe vedişêre, îdiakir ku sê qampên aydê PJAK’ê girtine dest û herêm xistine bindestê xwe. Li gorî ajansa nûçeyan ya IRNA’yê Fermandarê Muhafizên Şoreşê yên Herêma Serdeştê Delaver Rençberzadeh bilêv kir ku, wê operasyon berdewam bikin û îdiakir ku, “hemû herêm” di bin kontrola artêşa Îranê deye. Li gorî berpirsê Îranî tenê yek leşker hatiye kuştin û 3 jî birîndarin.
Di derbarê mijarê de Nûnere Karê Derve yê PJAK’ê Şemal Beşîrî daxuyaniyek da ANF’ê û diyarkir ku, daxuyaniyên rejîma Îranê rastiyê nabêjin her wiha rastiyê dinixumînin. “Berevajiyê wê li hember berxwedana gerîlayan neçarman ku şûnde vegerin. Niha ne di nava sînor dene.” Beşîrî bilêv kir ku, tu herêm di destê artêşa Îranê de nînin, tenê roja 16’ê Tîrmehê artêşa Îranê li Hecî Umran sînor derbaz kirin lê dîsan şûnde vegeriyane, her wiha ev herêm ne dibin kontrola gerîla dibin kontrola pêşmergan de ye.
Beşîrî aşkera kir ku, “Vê sibehê dîsan şer destpê kiriye”, roja Yekşemê jî artêş Îranê xwe li herêmên Dola Kokê û Deşta Wezneyê sînor derbaz bike, lê belê dema ku “gerîlayên PJAK’ê ket nava şer, artêşa Îranê neçar ma ku dîsan şûnde vegere.” Beşîrî anî ziman ku, artêşa Îranê di demjimêrên sibehê de gundê Swenê yê herêma Bezêle daye ber topan, “Bombe li nava gund xistin, me hînbûn ku gelek lawir hatine kuştin. Lê belê em lêkolîn dikin ka windahiyên can hene yan na.”
YNK’ê alîkariya ji bo gerilayan asteng dike
Herêmên ku lê şer çêbûyîn nêzî herêmên dibin kontrola YNK’ê dene. Nûnerê Karê Derve yê PJAK’ê bertek nîşanî helwesta YNK’ê da û diyarkir ku, hêzên YNK’ê alîkariya derman û pêwîstiyên weke wê jibo gerîlayan asteng dike.
Li gorî PJAK’ê yeketî û pêşveçûna projeyên xwesertiyê Îranê nerihet dike. Beşîrî diyar dike ku, faktorên ku Îran û Tirkiyeyê nerihet dikin Xwesertiya Demokratîke û balkişand ku, ji bo tevilheviyên di nava Îranê de heyîn vegerin bertekê, pêwîstî bi van operasyonan dibîne. Li gorî Beşîrî, Îran ji bo raya giştî ya xwe peyama aha dixwazin “welat parçe bikin” bişîne, dixwaze gel piştgiriyê bide rejîmê. Her wiha Nûnerê PJAK’ê bilêv dike ku, “ Yeketiya ku di van demên dawî de di nava Kurdan de çêdibin rejîma Îranê gelek jê ne rihete.” Heman demê de armancek din ya operasyonê astengkirina yeketiya nava Kurdane û di xwaze di vî warî de peyamekê bide Herêma Federal ya Kurdistanê jî.
ANF/QENDÎL
Îran dagîrkeriyê fireh dike
KNK’ê der barê êrîşa dewleta Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got; “Di demeke ku gelên li Rojhilata Navîn li dijî desthilardariyên statukoparêz, serhildan dane dest pê kirin de, rejîma Iranê bi hemû hêza xwe ya eskerî, li dijî Warên Parastinê yên Medyayê, li Başûra Kurdistanê êrîşeke berfireh ya dagirkerî da dest pê kirin.
Dewleta Îranê, demeke dirêj e ku bi dewleta Tirkiyê re di nava hevkariyê de ye. Bi vê hevkariyê jî, hêzên ertêşa herdu dewletên dagîrker, operasyonên hevbeş dikin. Hêzên ertêşa Iranê, ji aliyekî ve û bi awayekî sîstematîk Hêrêmên Parastinê yên Medyayê, li Başûra Kurdistanê bombar doman dike; ji aliyê dî ve, di tixûbê Başûra Kurdistanê de qereqolên eskerî ava dike û çeperên eskerî dikole û çekên giran jî di nav de hejmarek zêde eskeran li ser tixubê Başûra Kurdistanê kom dike.”
‘Xweciyên herêmê bêzar in’
KNK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de anî ziman ku Kurdên li ser sînor bêzar in û wiha got: “Di encama bombardomana hêzên ertêşa Îranê de, xwe cihên li herêmên ser sînor bêzar kirin, ziyanên mezin dane wan û mecbur kirin ku cih û warên xwe terk bikin. Rêvebirîya Federal ya Kurdistanê û Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK, êrîşkeriya hêzên ertêşa Iranê şermezar kirin, lê desthilatdarîya Îranê, rêvebiriya Kurdistana Federal û PJAK tehdîd kirin.”
Piştî êrîşên Îranê ku hê jî tu hêz û dewletan li dijî vê yekê dengê xwe dernexistiye yan jî der barê mijarê de tu tişt negotiye. KNK’ê destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî û yên herêmê vê yekê wisa qebûl nekin û daxuyanî wiha dom kir: “Di heman demê de, pêwîst e hêzên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê jî li dijî dagîrkeriya dewleta Iranê û êrîşkeriya ertêşa Îranê, ya li dijî sînorê fermî yê Iraqa federal e, bêdeng nemînin û di demekî zû de dijberiya xwe bidin xuya kirin. Pêwîst e Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hêzên peywendîdar teva, li dijî dagîrkeriya dewleta Iranê ya ser axa Kurdistana Federal û Warên Parastinê yên Medyayê dijberiya xwe nîşan bidin û derfetên xwe yên dîplomatîk û aborî û eskerî jî di nav de, bikin nava seferberiyê û dagîrkeriya ertêşa Iranê bidin rawestandin.”
ANF/BRUKSEL