
Şervanên Artêşa Şoreşgeran nuqteyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li derdora bajarokê Mari, kir armanca derbên xwe. Di encamê bi dehan çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêr bi şev bi çekên giran û topan êrîşî bajarê Arfadê kir. Êrîşên çeteyan doh heta saet çarê berê sibehê dewam kir.
Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşên li derdora Şêx Îsa û bajaroka Mari da û nuqteyeke çeteyên artêşa Tirk ên li nêzî bajarokê Mari kirin hedef. Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku hemû çeteyên li wê noqteyê hatin kuştin. Hejmara kuştiyên çeteyan nehat zelalkirin.
Di encama êrîşên çeteyan ên li dijî herêma Şêx Îsa û Arfadê ziyanên mezin gihîştin mal û milkên welatiyan. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên herêma Şehbayê dema ku nûçe dihat amadekirin jî dewam dikir.
ANHA / ŞEHBA