Fi vê demê de, ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Şehbayê yên rizgarkirî dikin, tevlîbûna li nava refên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) zêde dibe. 50 şervanên ku beriya niha bi 2 mehan li Akademiya Şehîd Neyîm El Şêx dest bi perwerdeyê kirin, mezûn bûn.

Bi wesîleya mezûniyetê merasîmek hat lidarxistin û Fermandarên Artêşa Şoreşgeran, Eniya EL-Ekrad, Lîwaa Mexawîr Humis, Hêzên Asayîşa Şehbayê, Hêzên EL-Eşayêr û bi dehan şervan tevlî bûn.

Di destpêka merasîmê de piştî rêzgirtina eskerî ya şervanên Hêzên Şoreşgeran Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebdilqadir Şerad, Fermandarê Leşkerî yê Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlib, Endamê hevpeymana Niştîmanî Demokratîk li Sûriyê Ehmed EL-Erec axivîn.

Qiskeran bal kişand ser êrîşên li dijî herêma Şehbayê û got, şervanên herêmê dikarin parastina herêmên xwe bikin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû û şervanên mezûn bûyîn, ji bo parastina herêmê cihê xwe li nava refên Artêşa Şoreşgeran girt. 


 ŞEHBA