Artêşa Tirk sewqiyata eskerî ji Başûrê Kurdistanê re dike. Hat zanîn ku li baregehên xwe yên eskerî yên herêma di bin desthilatdariya PDK´ê de, guhertina hêz û sewqiyata çekên giran dike. 

Ji salên 1990’î ve dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di serî de li Bamernê, Şêladizê û Amêdiyê û gelek cihên din, baregehên artêşa Tirk hene û ev baregeh bi awayekî birêkûpêk guhertina hêza xwe dikin.

Li gorî agahiyên doh ji çakvaniyên herêmî bi dest  ketin, artêşa Tirk li Şêladizê hêzên xwe yên li baregehê guhertine û sewqiyeta çekên giran kiriye. Di dîmenên ji kolanên Şêladizê de diyar dibe ku weke ku li ser axa xwe be artêşa Tirk rehet tevdigere. 


 ROJNEWS/ŞELADIZÊ