
Artêşa Tirk a dagirker li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê operasyonên eskerî dan destpêkirin, û ji niha ve li gelek deveran derbên giran xwarin. Ji ber ziyana lê dibe gêjbûyî jî her derewan belav dike. Bi her halî, li Şirnexê artêşa Tirk a operasyon bi rê ve dibir, derb ji gerîlayan xwar û li gorî lixwemukirhatina wê 2 eskerên wê hatin kuştin û gelek birîndar bûn.
Li herêma Besta ya Şirnexê, di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer qewimî. Şerê li vê derê dema nûçe dihat amadekirin dewam dikir.
Li gorî agahiyên ji aliyê medya Tirk ve hatin ragihandin, danê sibehê jî 2 eskerên din hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çapemeniya Tirk yek ji van eskeran Çawişê Pispor Efe Osman Apaydin e. Apaydin di qirkirina li Cizîrê li dijî gelê Kurd de cih girtibû. Di wêneyên li medya civakî belavkirî de xiuya dike ku Apaydin li ber nivîsa „Bîranîna Cizîrê” poz daye û wêne daye girtin. Di heman hesaban de wêneyê çakêtê wî yê bixwîn û şîroveya, “PKK´ê jê re nehişt” jî hat parvekirin.
Li Amed û Colemêrgê çalakiyên gerîla
Li aliyê din Navenda Ragihandina HPG´ê li ser çalakî û şerê li deverên din ên Kurdistanê agahî dan. Gerîlayên HPG/YJA Starê, li bejahiya Amed û Colemêrgê derbên giran li eskerên artêşa Tirk xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahiyên li jêr hatin dayîn: “Roja 21’ê Nîsanê saet di 08:45’an de hêzên me li navçeya Pîran a Amedê, li 2 girên ku artêşa Tirk nû lê bi cih bûbû, çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê û wesayîteke bi tîpa Ford Connect jî dewriye geriya. Hêzên me bi çekên RPG-7 derbeke xweş li wesayîta tîpa Connect xist û di encamê de wesayît îmha bû. Hejmara hêzên dijmin ên di vê çalakiyê de hatî kuştin û birîndar bûyî, nehat zelalkirin.
Qereqol bû nîşangeha topên hawan
21’ê Nîsanê saet di 10:00 de, hêzên me hawan avêtin qereqolên Serê Sêvê û Girê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê. Gelek guleyên hawanê li qereqolan ketin û piştî çalakiyê gelek helîkopterên bi tîpa Skorsky xwe li qereqolan danîn û rabûn. Hejmara kuştî û birîndarên eskeran ên li vê derê nehat zelalkirin.
22’ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:00 de hêzên me hawan avêtin girê Sînekê yê li navçeya Qilaban a Şirnexê. Nehat zelalkirin bê çend esker li vir hatin kuştin û birîndar kirin.
22’ê Nîsanê saet di navbera 15:00-15:30 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li erdê derdora gundê Segirê Kevin û Deraşe yên navçeya Amediye ya Duhokê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû. Ji ber bomberdûmana li dora gundê Deraşe, derb li wesayîta welatiyekî sivîl ket.”
Artêşa dagirker êrîşî gundan dike
Piştî van derbên giran ên lê ketî, Artêşa Tirk bi balafirên şer bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne, lê belê ne li hêzên eskerî yên gerîla, li gundên deverê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, bomberdûmanê li gorî dema herêmê doh saet di 10:20´an de dest pê kiriye.
Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF’ê û diyar kirin, balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên li jî Qendîlê barandine.
Bomberdûmanê dema nûçe dihat amadekirin hê jî dewam dikir.

NAVENDA NÛÇEYAN