Li herêma Çarçela ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Tirk tevî piştgiriya helîkopteran dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de, di navbera gerîla û leşkeran de şer qewimî.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, helîkoptereke bi tîpa Skorsky, pêr serê sibehê saet di 05:00´an de dema hewl dida eskeran deyne ser girekî li Çarçela, bû hedefa gerîla. Helîkoptera ku derb ji gerîla xwar, nekarî eskeran deyne û ji herêmê çû. Gerîlayên HPG/YJA Starê pêr bi şev jî li girekî ku esker lê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hat tespîtkirin, di vê çalakiyê de 6 esker hatin kuştin. Dîsa doh danê sibehê jî, helîkoptereke tîpa Skorsky hewl da leşkeran deyne ser girekî li vê herêmê. Gerîlayan derb li vê helîkopterê jî da.

Li vî girê ku berê esker lê hatibû danîn, di navbera gerîla û leşkeran de şer qewimî. Di şer de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn. Balafirên şer ên Tirk ji pêr û vir ve bê navber bombeyan li herêma operasyonê dibarînin. 

Şerê ku doh tevahiya rojê dewam kir, ji bo Artêşa Tirk bû sedema bêhtir kuştiyan.  Şer doh saet 14.00’an dîsa giran bû û di encamê de 3 eskerên din ên Tirk hatin kuştin. Ji ber berxwedana gerîla eskerên li qadê hatine danîn, asê mane û nikarin bi pêş bikevin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN - ANF