Navendê daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku li bejahiya Colemêrgê doh di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de şerê dijwar rû daye. Di şer de herî kêm 20 esker hatine kuştin.

Li girê Elîşêr 6 esker hatin kuştin

Li gorî daxuyaniylê 29’ê Cotmehê danê sibehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Arnos de li dijî eskerên Tirk ên li girê Elîşêr çalakiyeke berfireh hat li dar xist. Li gorî daxuyaniyê 10 roket li gir ketine û di encamê de gelek çeper û kon bêkêr bûne. HPG dide zanîn ku di konan de 6 esker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

HPG dibêje, helîkopterên Skorsky yên xwestine kuştî û birîndarên xwe rakin jî neçar mane vekişin. 
HPG dide zanîn ku 30’ê Cotmehê (doh) danê sibehî helîkopterên Skorsky hewl dane li girê Elîşêr eskeran deynin, gerîlayan dest werdaye wan û helîkopteran nekariy eskeran deynin gir.

Li girê Koordîne 3 esker hatin kuştin

HPG wekî din dide zanîn ku 29’ê Cotmehê gerîlayan li girê Koordîne yê li navçeya Colemêrgê Çelê 3 çeper kirin hedef û 3 eskerên Tirk kuştine. Heman rojê komek eskerên ji 50 kesî bi 2 tank û wesayîtên zirxî ber bi girê Şehîd Zekî ve çûne û gerîlayan derb li wan xistiye.

Di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî hat derbkirin û 4 esker û piştre jî di encama gulebarandinê de jî 6 esker, bi giştî 10 esker hatin kuştin.

HPG dide zanîn ku doh danê sibê jî li dijî girê Koordîneyê gerîlayan çalakî li dar xistine, nehiştine Helîkopterên Skorsky lê deynin û di sê çeperên hedef girtî de  ên hewl dan li vê qadê leşkeran deynin jî hatin hedefkirin û ji qadê hatin dûrxistin.

30’ê Cotmehê (îro) saet 09.30’an gerîlayên me li girê Koordîne 3 çeper kirin hedef û di çalakiyê de gelek esker hatine kuştin, lê belê hejmar nehatiye zelalkirin. Di vê çalakiyê de eskerekî Tirk bi açalkiya suîkastê hatiye kuştin.

HPG wekî din radigihîne ku hêzên wê li dijî eskerên li qada Şehîd Rojhat a di navbera navçeyên Amedê Licê û Hênê de çalakiya sûîqestê li dar xistiye eskerekî Tirk di çalakiyê de hatiye kuştin.

Operasyona Gêxî û Pîlemûrî pûç bû

HPG dide zanîn ku çekdarên dewleta Tirk tevî cerdevanan di navbera navçeya Çewlikê Gêxî û navçeya Dersîmê Pîemûrî de ji 23´yê Cotmehê heta -28’ê wê operasyonek li dar xistiye. Di vê operasyonê de 27’ê Cotmehê gerîlayên HPG´ê derbê li milekî operasyonê dixin. Di çalakiyê de herî kêm çawişekî pispor tê kuştin û gelek esker birîndar dibin. Li ser vê operasyon 28´ê Cotmehê bêencam bi dawî dibe.

Li Agiriyê 5 esker hatin kuştin

28’ê Cotmehê li qada Girê Halac a girêdayî Bazîda Agiriyê eskerên Tirk bi yekîneyên veşartî kemîn datanîn. Gerîlayan ew dîtin û nêzî saet 16.50’an li dijî wan çalakî li dar xist. HPG dide zanîn ku di çalakiyê de bi zelalî 5 esker hatin kuştin û gerîlayê wan Şiyar jî şehîd bûye. HPG dibêje, ew ê nasnameya tam a vî gerîlayî piştre ji raya giştî re eşkere bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN