Artêşa Tirk ji bo dîwarê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de malên welatiyên Rojava hildiweşîne. Artêşa Tirki doh jî malên 2 welatiyan li gundê Silîb Qiran hilweşandin.
Dewleta Tirk a dagirker avakirina dîwar di nav bera Rojava û Bakur de hîn didomîne. Arêşta Tirk bi 2 buldozeran û kepçeyekê malên gundiyên Silîb Qiran hilweşandin û dest bi avakirina dîwarê şermê kir. Ji aliyekî din ve jî Artêşa Tirk a dagirker tang û panzêr li ser sînor bi cih kirin. Her wiha 100 leşkerên xwe li wir bi cih kirin.
Artêşa Tirk doh danê sibê 2 malên gundiyan hilweşandin û li wir lêkirina dîwar didomîne. Endamê YPGʹê yên noqteyên parstina herêmê dikin Sadiq Xerbîsan got, Artêşa Tirk ji beriya sê rojan ve dest bi hilweşandina malan kiriye û lêkirina dîwar li ser sînor didomîne. Fermadarên YPGʹê her wiha dan zanîn ku îro danê sibê Artêşa Tirk 2 malên welatiyan hilweşandin û çêkirina dîwar jî didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker hîn jî xaka Rojava dagir dike û mesefeya bi qasî 45 metroyan di navbera dîwarê tê çêkirin û têlên rêsayî de heye.
GIRÊ SPÎ