Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser xaka Rojava didomîn daxuyanîyek weşand. Êriş û binpêkirinên arteşa Tirk û çeteyên wê wiha ne:

“Di 11.02.2017’an de arteşa Tirk li dijî gundê Selim ê dikeve rojavayê Kobanê dest bi çêkirina rê kiriye. Heman şevê balafirên keşfê yên bê mirov a arteşa Tirk jî li ser giştî xeta sînor a rojavayê Kobanê firiya ye. Çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin heman şevê bi topên obûs û tangan êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me jî li dijî van êrişan di astekî pêwîst de bersiv dan.

Di rojên 12 û 13’ê Sibatê de arteşa Tirk ji herêma dikeve li hember gundê Xerez ê ku dikeve navbera Amudê û Dirbesiyê de hewldan derbasî xaka Rojava bin. Piştî bersiv dayinê hewldana êrişê, di navbera arteşa Tirk û hêzên me de li qadê şerekî dem kurt qewimî. Piştî vi şerî arteşa Tirk li heman herême panzer û tang bi cih kirin.

Arteşa Tirk heman şevê (12.02.2017) bi çekên giran êriş birin li ser gundên Esafa û Çarikli yên dikevin li ser xeta sînor a rojhilatê Kobanê.

Heman şevê çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin ji çeperên xwe yên Ezazê bi tang û çekên giran êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi yên giredayî Efrînê. Hêzên me yên li herêmê bersiva êrîşan dane. Di encama bersivdayina hêzên me de, qasî hat zelal kirin treksek û wesayîtekî leşkerî ya çeteyan hatin derb kirin. 



 HESEKÊ