Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ´ê du roj li pey xwe hiştin. Piştî ku roja pêşî herêmeke fireh ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin, doh jî operasyonê ji sê aliyên hicûmê ve dewam kir. Endamê Meclîsa Nînova Henin Qedo têkildarî operasyona Mûsilê doh agahî da çapemeniyê û got, hêzên Iraqê ji sê milan ve ber bi Mûsilê ve dimeşin. Qedo got, "Tûgaya 9. a Zirxî ya Iraqê ji eniya Guwerê ve, Polîsên Federal ên Iraqê ji derdora Selamiye û Hemdaniyê ve hicûm birin. Milê pêşî li ser rêya sereke ya di navbera Guwer û Mûsilê de, milê duyemîn ji qiraxa Çemê Dîcle ber bi Selamiyeyê ve û milê sêyan jî ji Hemadiyeyê bi pêş dikeve."

Qedo diyar kir hedefa sereke ya hêzên li derdora Hemdaniyeyê ew e ku ji milê başûr ê Çemê Dîclê bi pêş ve biçe. Hema piştî daxuyanî nûçeya rizgarkirina Gundê Beciwaniye ketina navenda bajarokê Hemdaniye (Qereqoşê) ya hêzên Iraqê hat.

 Li du bereyan şer 

Berdevkê Operasyona Mûsilê Yahya Resûl jî diyar kir ku heta dawiya rojê (ji bo doh) ew armanc dikin ku ji milê rojhilatê başûr ve ew 20 kîlometroyan bi pêş ve biçin.

Resûl diyar kir şer giran bûye, hêzên ku ji herêma Guwer, Giyara bi pêş ve diçin di nav şerekî dijwar de ne û çeteyên DAIŞ’ê hewl didin pêşveçûna  hêzên Iraqê bidin rawestandin. Resûl diyar kir hin windahiyên wan hene lê niha zû ye ku behsa hejmaran bike.

Artêşa Tirk ji DAIŞ´ê re bû mertal

Tevî ku li tevahiya bereyên şer bipêşveçûn heye, li Başîkayê ku artêşa Tirk lê ye, ti hereket nîne. Ango, hebûna leşkerên Tirk ên li Başîkayê ji DAIŞ’ê re dibe mertal.

Li cihên ku hêzên Tirk nîne, hêzên Kurd û artêşa Iraqê bi pêş ve çûn. Çeteyên DAIŞ’ê doh serê sibê 30 km li rojavayê Mexmûrê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî hêzên artêşa Iraqê kir. Piştî wê şer qewimî, di encama şer de çete şikestin.

Berpirsê Komîteya YNK’ê li Mexmûrê Reşad Gelalî ji RojNewsê re got, diyar kir ku hêzên Iraqê gihiştine herêma Hemdaniye û navçeya Nemrûd a ser bi Mûsilê. Li gorî agahiyên Gelalî, hêzên Iraqê doh dema nûçeya me dihat amadekirin, li ser çarrêya bajarokê Hemdaniye û Qerqoş û gundê Kewaz in.

Bîlançoya roja yekemîn a operasyona Mûsilê

Di roja yekemîn şerê ji bo Mûsilê de yê li dijî DAIŞ’ê, li eniya Xazir êrîşa bi hêzên bêjahî û hewayî ve hêzên Kurd 9 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyonê jî 17 çeperên çeteyan hedef girtin û 4 wesayîtên bombebarkirî jî hatin tine- kirin. Gundên rizgarkirî Basehre, Tercele, Xerabê Sultan, Kerbelî, Bazgirdan, Şakolî, Kuçuk Bedene, Buyuk Bedene, Şêx Emîr û febrîqeya sermaîk a li rojavayê gundê Hesen Şamê. Di şer de 6 pêşmergeyên ji Hêza Kurd şehîd bûn. 


Mûsiliyan berê xwe da Rojava 

Bi hezaran welatiyên herêmên nêzî Mûsilê ji ber şerê di navbera Hêzên Kurd,  Hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de koçberî Rojava dibin. Qederê 2 hezar koçberên Mûsilê li ser sînor li bendê ne ku derbasî Rojava bibin.  Ji pêr ve pêla koçberiya ji Mûsilê û derdora wê her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê, bi hezaran koçber xwe dispêrin xaka Rojava. Li gorî çavkaniyên ji herêmê qederê 2 hezar koçber li ser sînor hewl didin derbasî Rojava bibin.

Li gorî agahiyên Netewên Yekbûyî, îsal 50 ta 60 hezar welatiyên Mûsilê xwe spartine Rojava. Li gorî texmînan hesabê yek û nîv milyon mirov li Mûsil û derdora wê dijîn û ji ber vê yekê tirs heye ku pêleke mezin a koçberiyê des pê bike.


 KERKÛK / HEWLÊR