Li ser esasê dijberiya partiyên din ên Kurdan PDKê dewleta Tirk a dagirker vexwend Başûrê Kurdistanê. Ji wê rojê heta niha 23 sal derbas bûn. Di nava van salan de dewleta Tirk bi hevkariya PDKê li Başûrê Kurdistanê bandora xwe ya ekonomîk zêde kir heta anî wê radeyê serekçete Tayyip Erdogan bibêje, “Em nan nedin wan wê ji naza bimirin.” Tevî vê, dewleta Tirk di ragihandina xwe de li pêş çavê her kesî guftûgo kir û biryar da ku eger wê zarokên serkirdeyê Başûr perwerde bibe divê vê yekê dewleta Tirk bike. Di vê çarçoveyê de jî dibistanên işik ango nûr hatin vekirin. Ji bilî vê jî gelek baregehên eskerî û îstîxbarî li Başûr hatin avakirin. Di van rojan de ku PDK bang li PKKê dike da ku ji Başûr derkeve, ka em binêrin çend baregehên artêşa tirk ên li Başûr wê ji Başûr derkevin an jî ji bo derketina wan wê gotinek were gotin.

1- Baregeha eskerî ya Batûfayê

2- Baregeha Kanîmasî (Girêbaruxê)

3- Baregeha Bamernê ya lojistik û balafirgeha eskerî

4- Baregeha eskerî ya Sinkê

5- Baregeha eskerî Bêgovê (Girê Biyê)

6- Baregeha eskerî ya Geliyê Zaxo

7- Baregeha eskerî ya Sîrê (Şêladizê)

8- Baregeha eskerî ya Sîrê (Şîrtê)

9- Baregeha eskerî ya Kupkê

10- Baregeha eskerî ya Qimrê ya bi ser Berwariyê

11- Baregeha eskerî ya Koxê Spî

12- Baregeha eskerî ya Deriyê Dawetiya

13- Baregeha eskerî ya Çiyayê Serzêrî

14- Baregeha eskerî ya Zêlkan a li qûntarê çiyayê Meqlûb

15- Baregeha eskerî ya li Başîqa ya bi ser Mûsilê ve

Gelek baregeh, navend û binkeyên istixbaratê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene û di çarçoveya vê tabloyê de dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir kiriye. Bi rêya zewacên siyasî jî îradeya hin serkirdeyên Başûr tapû kiriye.

Ji vê ye, PDK li Zînê Wertê bêgav di fermana dewleta Tirk de tevdigere û xwe dike qurbanê pîlanê tinekirina Kurdan ê dewleta Tirk. Hê jî dewleta Tirk tevî PDKê li dora Qendîlê hêzeke mezin bi cih dike û bi vî awayî hewl dide dor li Qendîlê bigire û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd tesfiye bike.

Tevî xelkê Zînê Wertê xwest PDK hêzên xwe ji herêmê vekişîne jî berevajî PDK bi bahaneyeke sûkî weke şewba koronayê hêzên xwe li herêmê zêde dike. NAVANDA NÛÇEYAN