Artêşa Tirk, ku ji 16’ê Hezîranê û vir ve li Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê dimeşîne, ji ber berxwedana xurt a gerîla neçar ma vekişe.  Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG´ê di der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, “Artêşa TC ya dagirker derbên giran xwarin û vekişiya.” 

HPG´ê bi bîr xist ku hewldana dagirkeriyê 23 rojan dewamkiriye, û di encama şerê dijwar de, gerîlayan kiriye ku artêşa Tirk vekişe. HPG´ê êrişên 16´ê Hezîranê saet 21:45´an li dijî girên Qela Bedewê, Şehîd Munzir, Şehîd Xeyrî û sirt û kaşên gundê Gijnê weke tevgereke dagirkeriyê bi nav kir û got, ew li berxwedana gerîla şikest.

HPG´ê îşaret bi teknîka zêde ya mîna balefirên keşfê, helîkopeterên şer û balefirên şer û bikaranîna wan kir û got, “hêzên me dîsa jî îrade û biryardariyeke xurt nîşan dan û mewziyên dijmin bi dewamî kirin armanca derbên xwe. Artşa TC ya dagirker hêzên xwe yên derbxwarî timî guherandin, lê dîsa jî negihişt armanca xwe û xwe li ber hêzên me yên gerîla negirt.”

HPG´ê da zanîn ku artêşa Tirk ji êvara 8´ê Tîrmehê heta bi berê sibehê ya 9´ê Tîrmehê ev deverên navbirî bi balefir û helîkoptêr û topên obus bombebaran kiriye û neçcar maye hêzên xwe bi helîkopterên skorsky vekişîne.


142 eskerên Tirk hatin kuştin

HPG´ê li ser bîlançoya vê hewldana dagirkeriyê jî ev agahî dan: “Gerîlayên me di nava van 23 rojan de 69 caran hêzên dijmin ji xwe re kirin hedef; di çalakiyên encamên wan zelalkirî de bi giştî 142 eskerên dijmin hatin kuştin, 18 eskerên dijmin jî birîndar bûn. Di nava vê mohletê de 2 helîkopterên skorsky yên artêşa dagirker a TC´yê jî hatin derbkirin.”

HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîlayan bi terzê xwe yê fedaî êrişên artêşa Tirk a dagirker pûç kiriye û di encama şer de bi giştî 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.  


 BEHDÎNAN





Gerîlayan dor li eskerên dagirker girt


HPG´ê di heman demê de li ser rewşa şer a meydanî ya li Bakurê Kurdistanê jî agahî dan. Li gorî vê, di çarçoveya Hemleya Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Muş de li navçeyên Colemêrgê Şemzinan, Gever û Çelê çalakî i dar xistin. Di çalakiya 8´ê Tîrmehê ya li Girê Şikêrê Spî ya li Şemzînanê derb li eskerên Tirk hatiye xistin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. 

Di çalakiya gerîlayan a 9´ê Tîrmehê ya li taxa Êldê ya Şemzînanê du maşînên tîpa ejder ên Tevgera Taybet a dewleta Tirk a dagirker, maşînek hat îmhakirin û 11 eskerên tevgea taybet hatin kuştin. Eskerên di maşîna din de, gule li hawîrdora xwe reşandin û maşîna xwe hiştin û reviyan.


9 eskerên yekîneyên veşartî hatin veşartin 

HPG´ê wekî din da zanîn ku 8´ê Tîrmehê li devera Xapuşkê ya ser bi Şemzînanê, yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker, dema ku di navbera Xapuşkê û Govendê de bûn, demeke dirêj di bin çavdêriya gerîlayên YJA-Starê de mane û di encama çalakiya gerîlayan de ku ji du milan ve li esker û kontrayan dan, herî kêm 9 esker hatin kuştin.  

HPG´ê ji bo çalakiya 8´ê Tîrmehê ya li dijî balefirgeha Geverê, got, polîs ji nêz ve bûn armanca çalakiyê, lê belê hejmara polîsên kuştî û birîndar nehatiye tesbîtkirin.

Roja 7´ê Tîrmehê bi xwe, li girê Şehîd Mazlûm ê ser bi Çelê gerîlayan du çalakî li dar xistin û di encamê de 3 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin. Dîtira rojê jî esker careke din li vî girî bi cih bûn û gerîlayan dîsa li wan xist û 3 eskerên din kuştin.

HPG dide zanîn ku di dema operasyoneke artêşa Tirk a li hawîrdora qereqola Xirvatê ya li Geverê şer qewiye û di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

HPG´ê da zanîn ku yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker li nêzî pira Erziknê ya di navbera Colemêrg û Wanê de 8´ê Tîrmehê êvarê bûye armanca çalakiyeke wan û 4 esker di vê çalakiyê de hatine kuştin û didu jî hatine birîndarkirin.

HPG´ê li ser şehadeta gerîla Axîn Avesta jî got, 3´yê Tîrmehê di navbera Gerîla û eskerên Tirk de li başûrê Mûş şer qewimî û di şer de gerîla Axîn rojekê li ber xwe daye û jiyana xwe ji dest daye.


Li Amedê jî dagirkeran derb xwar 

HPG´ê da zanîn ku di Pêngava Şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de gerîlayan 8´ê Tîrmehê bi şev li bedlîsê di çalakiyeke sabojajê de di navbera navçeyên Tatwan û Hîzanê de 10 eskerên Tirk kuştin û 2 jî birîndarkirin.

HPG´ê li ser şerekî 2´yê Tîrmehê li devera Şehîd Hesen a li Pumura Dêrsimê agahî dan û got, di wî şerî de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Gerîlayan wekî din di navbera Ezingan û Erzromê de di encama çalakiyeke sabotajê de maşîneke zirxî ya tîpa akrep îma kir û 3 esker kuştin.

Ji bo şerê li ketina bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê yê şeva 9´ê Tîrmehê jî HPG´ê da zanîn ku di çalakiya gerîlayan de herî kêm 3 polîs hatine kuştin. HPG´ê li ser şerê 2´yê Tîrmehê di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de li bejahiya Çewlikê rûdayî jî got, şer heta 3´yê Tîrmehê saet 11´an dewam kir, di şer de 4 gerîlayên ku heta guleya xwe ya dawî şerkirî jiyana xwe ji dest dane. HPG´ê nasnameya van gerîlyan jî wiha eşkere kir: Azad Evîndar (Bilal Aras), ê li Çewlikê ji dayik bûyî, Bawer Serhat (Asim Ugun) ê li Erzromê ji dayik bûyî, Dîren Bidlîs (Adem Deniz) ê li Bedlîsê ji dayik bûyî, Sorxwin Şiyar (Istek Çetin) ê li Mûşê ji dayik bûyî.


 NAVENDA NÛÇEYAN