
Erîşên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî Efrînê, Heleb û Ezazê de heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ev êrîş ji aliyê 6 fermandarên payabilind ên artêşa Tirk ve tên kordînekirin.
Li gorî nûçeya ku ANHA’yê weşand û sparte çavkaniyên xwe, 16´ê Mijdarê 2015’an de 6 fermandarên payebilind ên artêşa Tirk derbasî Sûriyeyê bûn û li Kampa Atmê ya koçberan civînek li dar xistin. Li gorî nûçeya ANHA’yê 6 fermandarên Artêşa Tirk li baregeheke çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ya li çiyayê Şêx Kîraz a girêdayî parêzgeha Idlibê ku dikeve hemberî gundê Dêwa yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê, bi emîr û serçeteyan re civiyane.
Derbasî Helebê bûn
6 Fermandarên Tirk piştî ku bi emîr û serçeteyan re civîn li dar xist, bi çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam re berê xwe dan bajarê Helebê. Fermandarekî artêşa Tirk bi riya kesekî ku bi eslê xwe Kurd e û yek ji endamên Tugaya Ehrar Sûriya ye, derbasî aliyekî taxa Şêx Meqsûd bûye û li malekê li nêzî xeta trênê ya rojhilatê taxê bi Fermandarê Giştî yê Tugayê Ehmed Efeş re û hin serçeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam re civiyaye û civîna wan jî 6 saetan dom kiriye.
‘Piştî topan li ser erdê êrîş bikin’
Li gorî agahiyên ANHA’yê ji heman çavakaniyê wergirtî, civîna di navbera fermandarê Artêşa Tirk, emîr û serçeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam û Ehmed Efeş de bi dijwarkirina dorpêçkirina taxa Şêx Meqsûd bi encam bûye. Lê Fermandarê Tirk û Ehmed Efeş derbarê vê yekê de li hev nekirin û Efeş diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve taxa Şêx Meqsûd li hemberî dorpêçkirinê li ber xwe dide û ji dorpêçkirinê wê ti encam neyê wergirtin. Li ser vê yekê biryar hate girtin ku ew bi top û çekên giran taxê topbaran bikin û piştre jî li ser erdê êrîşê bikin.
Tugaya Ehrar Sûriya êrîş dest pê kir
Piştî civînên di navbera fermandarên Artêşa Tirk û serçeteyan de, biryarên di van civînan de hatine girtin tavilê ketin meriyetê. Tugaya Ehrar Sûriya di 27’ê mijdara 2015’an de bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî taxa Şêx Meqsûd ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wekî fermandariya giştî ya Tugaya Ehrar Sûriya taxa Şêx Meqsûd wekî devereke leşkerî radigihînin û divê hemû welatiyên sivîl tavilê ji malên xwe derkevin. Em ê di van saetên pêş de taxê bi hemû cureyên bombeyan topbaran bikin.” Ev yek bi rastî piştî çend saetan pêk hat û di encamê de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Topbarana çeteyan heta niha dewam dike.
Alîkari di deriyê El-Selam re dewam dike
Çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Cund El-Eqsa li herêma Ezazê xwe komî ser hev kirin û êrîşa li dijî herêma Efrînê pilan kirin. Hikûmeta AKP’ê jî di deriyê sînor ê El-Selam re gelek kamyonên cebilxaneyê şandin û çeteyan jî êrîşên xwe li dijî Aşê El-Feysel, gundên Kiştar, Tinib û Malkiyê da destpêkirin. Alîkariya AKP’ê bi çeteyan re ne tenê cebilxane bû, lê belê AKP’ê bêhtirî 1000 çete ji parêzgeha Idlibê di deriyê sînor ê Bab El-Hewa re derbasî Tirkiyeyê kirin û li gel tirimpêlên wan dîsa di deriyê sînor ê El-Selam re derbasî herêma Ezazê kirin. Her wiha li gel van çeteyan 30 tirimpêlên doçka li ser hatin derbaskirin û gelek endamên istîxbarata Tirkiyeyê şandin deverên şer ên li derdora Kantona Efrînê.
Navên çeteyên ku tên dermankirin
Weke ku tê zanîn di rojên derbasbûyî de gelek cebilxaneyên çeteyan ketin destê QSD’ê û 3 çeteyên Tirk, çeteyekî Ereb jî ji aliyê YPG’ê ve hatin girtin. Di nûçeyên me beriya çend rojan weşandî de jî me ragihandibû ku çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şamê birîndarên xwe li nexweşxaneyên Ezazê derman dikin û hin ji nexweş û birîndarên xwe di deriyê Bab El-Selamê re derbasî nexweşxaneyên bajarê Kilîsê yê Tirkiyeyê dikin da ku li wir werin dermankirin.
Navê çeteyên ku li nexweşxaneyên Tirkiyeyê niha tên dermankirin ji aliyê ajansa ANHA’yê ve hat weşandin û navên wan ev in: Kîfo Ebû Adil, ji Ezazê ye; Reşîd Erûq, ji Iraqê ye; Cumaa Mihêmid, ji Hirêtan e; Ebdulxefar Kakê, ji Hirêtan e; Ebû Xelîfe El-Dêrî, ji Dêra Zorê ye; Elî Neşeb, ji Ezazê ye; Hisên Mihemed, ji Minbicê ye; Mehmûd Mihemed, ji Minbicê ye; Ehmed, Îbrahîm El-Casim, ji Serca ya Babê ye; Ramî Cumaa, ji Ezazê ye.
Sivîlan ji sînorê Ezazê dûr dixe
Artêşa Tirk deriyê sînor ê di navbera Ezaz û bajarê Kilîs ê Bakûrê Kurdistanê de li pêşiya welatiyên sivîl girt.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêm, Artêşa Tirk ji welatiyên herêmê xwest ku dûrî xeta sînor bimînin û gef xwar guleyan bireşîne li wan kesên ku heya mesafeya 300 m nêzî xetê bibin.
SILÊMAN EHMED/ANA/EFRÎN
‘Tirkiye me fînanse dike’
Çeteyekî ku dîl ketiye destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) li xwe mikur hat ku dewleta Tirk wan fînase dike û hemû fermandarên wan jî endamên DAIŞ’ê ne û bi navê Artêşa Azad êrîşan pêk tînin.
Malpera înternetê ya Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) dîmenê itîrafa çeteyê bi navê Ebdullah El-Ubeyd ku endamê koma bi navê Tabûra El-Sehaba ye û di şerê li gundê Meryemînê de dîl ketiye destê hêzên QSD’ê, weşand.
Bi navê Artêşa Azad êrîş dikin
Çeteyê bi navê Ebdullah El-Ubeyd dibêje, tabûra ku ev di nav de (Tabûra El-Sehaba) ji aliyê Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ve tê birêvebirin, ew bi navê Artêşa Azad êrîşî Keştaar û Meryemînê ango cihê ku Hêzên Ceyş El-Siwar û QSD’ê lê bin, dikin.
Ebdullah Mihemed El-Xazî El-Ubeyd dibêje, navê emîrê wî Ebû Mihemed El-Newêjî ye, fermandarên wan hemû endamên DAIŞ’ê ne û piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digrin.
Çeteyê dîl got, ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) zora DAIŞ’ê nebin, ew êrîş dikin da ku wê lawaz bikin.
Çeteyê dîl Ebdullah El-Ubeyd got, di nava wan koman de ku êrîşî herêma Ezaz a Helebê dikin, Tabûra El-Sehaba, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ hene û ev hemû bi navê Artêşa Azad êrîşan pêk tînin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Şaredariya Sagkaya û Mêrêmînê !
Li gundê Mêremînê yê Efrînê ku beriya bi 4 rojan ji aliyê YPG’ê ve ji çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê hat rizgarkirin, tirimpeleke şaredariyeke Tirkiyeyê ya ku çeteyan bikar dianî, hate dîtin.
Gundê Mêrêmînê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û li ser sînorê herêma Ezazê ye. Gundê ku ev nêzî 3 salan bû di destê çeteyan de bû, wekî navendeke êrîşên li dijî Efrînê dihat bikaranîn.
Di 25´ê Mijdarê de çeteyan ji gûndê Mêrêmînê êrîşî Kantona Efrînê kir. Hêzên QSD’ê bersiv da êrîşên çeteyan û di 29’ê Mijdarê de gundê Mêrêmînê ji çeteyan paqij kir.
Piştî rizgarkirina gund ji aliyê QSD’ê ve xebatên lêgerînê hatin meşandin û gelek cebilxane, tiştên ku hevkariya çeteyan û Tirkiyeyê careke din radixe ber çavan, hatin dîtin. Yek ji van jî tirimpêleke şaredariya bajarokekî Tirkiyeyê ye. Li ser tirimpêlê nivîsa Şaredariya Sagkaya û navê Serokê wê Hasan Sigran hatiye nivîsandin.
Şaredariya Sagkaya girêdayî navçeya Ceyhan a Edeneyê ye. Bajarokê Sagkaya li gorî qanûna rêveberiyên herêmî ya Tirkiyeyê sala 2008’an ji ber ku nufusa wê kêm bûye, ji şaredartiyê ketiye.
Ev jî nîşan dide ku desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan ji demeke dirêj ve didome.
ANHA/MÊREMÎN